Dewleta tirk bi hinceta êrîşa bombeyî ya li Taksîma Stenbolê ku di 13’ê mijdarê de hatibû kirin, di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Di encama van êrîşên hewayî yên dewleta tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 11 kes hatin qetilkirin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Di qada navneteweyî de jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê bertek zêde dibin.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Hevserok Ahmet Karamûs, bal kişand ser girîngiya Kobanê û diyar kir ku bi xwedîderketina li Kobanê ruhek neteweyî yê berxwedêr rû daye û wiha axivî: “Berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. Yek ji berxwedanên herî birûmet e berxwedana Kobanê. Hêzên dijmin li Kobanê seferber bûbûn ku deskeftiyên gelê kurd têk bibin. Di sedsaliya Peymana Lozanê de dijmin careke din dixwaze vê peymanê zindî bihêle û deskeftiyên Kurdistanê tên di vî sedsalî de bi dest xistine têk bibe. Lê gelê Kurdistanê li dijî vê hişmendiya sedsalane li Kobanê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Bê şik û bêgûman li ku dera Kurdistanê xisareteke li dijî gelê kurd pêk bê wê çar perçeyên Kurdistanê bandor bibe. Bi vî rengî tê nirxandin. Li Kobanê gelê kurd biryar dabû; heta dilopeke xwîn di laşê wan de hebe dê li hemberî êrîşên li ser deskeftiyên gelê kurd li ber xwe bidin. Berxwedana Kobanê bû berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran cangorî mil bi mil li hemberî êrîşên dewletên dagirker berxwedaneke dîrokî dan. Di goristana Kobanê de ji her çar parçeyên Kurdistanê û her aliyê cîhanê kesên bi hestên neteweyî li ber xwe dane hene. Berxwedana Kobanê dîmena Yekitiya Neteweyî bû. Berxwedana Kobanê bû destaneke dîroka azadiyê. Kobanê ne tenê ji gelê kurd re girîng bû, ji tevahiya cîhanê re ciheke girîng e. Ji ber ku ew kesên Kobanê diparastin hêzên azadîxwaz, demokrasîxwaz bûn. Lê gelê kurd bi hebûna xwe, axa xwe, rûmeta xwe û bi helwesta xwe ya neteweyî berxwedaneke neteweyî nîşan da. Rizgarkirin û azadkirina Kobanê têkbirina hêzên DAIŞ’ê û cîhadîst bû. Em baş dizanin kesên ku piştgirî û hêz dida van hêzên hov dewleta tirk û Erdogan bûn. Lê gelê Kurdistanê herikî ber bi Kobanê ve û dîrokeke nû nivîsand. Berxwedana Kobanê li hemberî têkbirina DAIŞ’ê, îslamîstan, radîkalîstan û dewletên kolonyalîst bû.”
Dixwazin destkeftiyêm kurdan ji holê rakin
Karamûs, bi lêv kir ku bi êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistan tê armanckirin ku peymana Lozanê bê nûkirin û wiha domand: “Berxwedana Kobanê ruhê yekitiya neteweyî derxist holê. Kobanê di dîroka cîhanê de jî bû keleha berxwedanê. Wê berxwedanê derfetên dîrokî ji bo Kurdistanê çêkirin. Tehemûla dewletên kolonyalîst di serî de rejîma Erdogan û diktatoriya dewleta tirk ji yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê nebû. Roja ku Kobanê serkeftineke neteweyî bi dest xist dewletên li dijî mirovahiyê tehemûla wê nekirin. Ji wê rojê heta îro her gefên dewleta tirk li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî Kobanê hebûn. Tehemûla wî ji deskeftiyên Kurdistanê re nebû. Bi her şêwazî di asta leşkerî de, dîplomasî de û aborî de hewl da ku hebûna Kobanê ji holê rake. Ew deskeftiyên gelê kurd bi ruhê yekitiya neteweyî bi dest ketin, xwest wan ji holê rake. Li ku derê hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz hebin dewleta tirk ew der ji xwe re kiriye hedef û êrîş dike. Ew dixwazin statuya Lozanê ku wan bi dest xistiye nû bikin. Ji bo vê jî çi ji destê wan bê wê, êrîşî deskeftiyên gelê kurd bikin. Êrîşên ku di roja 19’ê mijdarê de berî guftugoyê li ser sedsaliya li Lozanê dest pê kir hilbijartina wê rojê ji bo me manîdar e. Dewleta tirk dixwaze peyamekê bide hem gelê kurd hem jî gelê cîhanê. Peymana Lozanê sedsal beriya niha hatiye tomarkirin hin pê qayil nabe û dixwaze sînorên xwe hin bêtir berfirehtir bike. Li ku derê serkeftineke gelê kurd hebe dixwaze wan ji holê rake.”
Seferberiya neteweyî îlan kirine
Di berdawamiya axaftina xwe de Karamûs diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku deskeftiyên gelê kurd ji holê rake hebûn û nebûna xwe derxistiye holê û wiha berdewam kir: “Êrîşên li ser herêma Şehba, Kobanê,herêma Cizîrê ji Efrînê bigirin û heta li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê bi sedan balafiran êrîşî qadên azad dike. Êrîşên qirkirina gelê kurd pêk tîne. Li dijî hemû qadên ku bi xwîna şehîdan hatine azadkirin û rizgarkirin êrîş dane destpêkirin. Ji bo ku 70’ê mîlyon kurd negihîjin heq û hiqûqê xwe êrîş dike. Bêgûman ev êrîş bi hevkariya her çar dewletên kolonyalîst pêk tê. Tenê di nava 24 seatan de dewleta dagirker zêdetirî hezar û 300 êrîş li devera Şehbayê heta ku bigihîje Kobanê êrîş kir. Deverên ku nexweşxane, dibistan hene û deverên ku ji bo ku civak pêwîstiyê xwe pêk bîne di bin êrîşa dewleta tirk de ne. Armanca dewleta tirk li dijî gelê kurd qirkirineke modern e. Ew rihê ku li Kobanê derketiye holê wê li berxwe bide û wê berxwedana xwe bidomîne. Ji ber ku ji berxwedanê pêvetir tu çareyê gelê kurd nema. Em ji bi biryarin heta ku dilopeke xwînê laşê me de bimîne em ê berxwe bidin. Em ê bi vî rihî serbikevin. Me banga xwe ji NATO,Emirîkî Rusya,Yekitiya Ewrupa kiriye ku pêwîste ew soz û peymanên ku dane gelê kurd pêk bînin û xwe bêdeng nekin. Erka her saziyeke Kurdistanê heye ku xwe bêdeng neke. Me weke KNK seferberiya Yekitiya Netewî îlan kiriye ku em ê berxwe bidin û çi ji destê me bê em ê bikin.”
Êrîş ji aliyê her çar dewletan ve tê kirin
Karamûs da zanîn ku di şexsê Rojavayê de ev êrîş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne û got: “Ev êrîş ne tenê li dijî hêzekî, rêxistinekî û yan jî partiyekî ye. Ev li dijî gelê kurde. Ev êrîş li dijî deskeftiyên gelê kurde. Ji dijmin re ne girînge ku kîjan partiye. Divê ku em baş bizanin ku êrîşên dewleta tirk hemû li dijî gelê kurd in. Di heman demê de dagirkeriya Îranê jî dest bi êrîşan kiriye. Ev êrîşe ji aliyê van her çar dewletên kolonyalîst hatin destpêkirin ku firset nedin serkeftinên gelê kurd. Bila tu kes xwe nexapîne. Ev êrîş ne li dijî PYD’ê ne, ev êrîş ne li dijî YPG’ê ne û ev êrîş ne tenê li hemberî QSD’ê ne û gerîlla ne. Ev êrîş li dijî her çar perçeyên Kurdistanê ne. Divê ku em van êrîşan bi vî rengî bibinîn û bixwînin. Heger îro hêzên berxweder bên tasfiye kirin deskeftî û statû ne ji Rojava dimîne, ne li başûr, ne li bakur û ne jî Rojhilat dimîne. Ew kesê ku pêvajoyê wisa nexwîne û bi hestiyarî tevnegere bê şik wê dîrok wan tu caran efû neke. Hûn îro bi dijmin re hevkariyê bikin jî, dema ku ew armancê xwe pêk anî wê te jî ji holê rabike. Heke Hikûmeta Kurdistanê,PDK van êrîşan li dijî xwe nebîne di nav xefletekî de ye. Heke îro em bi riheke netewî dernekevin û deskeftiyên xwe neparazin em tu caran nikarin biparêzin. Heke Rojava dest biçe wê başûr jî dest biçe, deskeftiyên Rojhilat jî dest biçin. Di nava diyalog û helwesteke netewî de divê em van êrîşan tomar bikin.”
‘Ji xeynî berxwedanê tu çare nema ye’
Di dawiya axaftina xwe de Karamûs, diyar kir ku dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye û ev bang li gelê kurd kir: “Li Stalîngard li hemberî Naziyan,Hîtleran û faşîzmê berxwedaneke mezin hat dayin. Stalîngard a kurdan jî Kobanê ye. Kurdan ev nav zêdetirin heq kiriye. Ji ber Kobanê bûye sembola azadiyê, demokrasiyê, aşitiyê. Kobanê rûmeta gelê kurde. Heger Stalîngard sala 1945’an de pêk hatiye Kobanê di sala 2016-17’an de pêk hatiye. Kobanê bûye semboleke netewî. Kobanê bûye cihê ku Erdogan têk çûye ye. Divê ku em li Kobanê xwedî derkevin û tenê nehêlin. Em bi hêvî ne ku ew hêzên ku naxwazin hêzên ku serê mirovahiyê bûne bela û serê mirovan bi saxî jê dikin li hemberî wan piştgiriya Kurdistanê bikin. Gelê kurd xwedî îradeye û bi biryare. Ji ber ku em êrîşî tu kesî nakin, em mafê tu kesî binpê nakin, em xaka tu kesî dagir nakin em dixwazin weke gelê Kurdistanê bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe li ser axa xwe bijîn. Em ji bo vê şer dikin. Me kesek nekuştiye, kesek qirkirinê re jî derbas nekiriye. Em bi bawerin ku wê daxwaziya azadiyê bi serbikeve. Bila gelê kurd jî ji vê re amade be. Ji bo mîsogerkirina Kurdistanê ji xeynî berxwedanê tu çare nema ye.”