Di sala 1991’an de gelê başûrê Kurdistanê serî li dijî rejîma Baasê rakir û rejîmê li başûrê Kurdistanê bi dawî kir. Di ser vê roja dîrokî ya gelê kurd re 32 sal derbas bûn. Bi wesîleya vê rojê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek weşand û raperînê silav kir û şehîdên raporînê bi bîr anî. KNK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku parastina destketiyên raperînê berpirsyariya dîrokî ya hêzên Kurdistanî hemûyan e.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“32 sal bi ser serhildana Başûrê Kurdistanê re derbas dibin. Wê demê di sala 1991’an di delîveyeke mêjûyî û guncaw de, gelê Kurdistanê bi serhildanek gelêrî, demûdezgeh û desthilata rêjîma Be´s a Îraqê li başûrê Kurdistanê li holê rakirin. Ew rêjîma ku bi salan hemû şêweyên tepeserkirinê xelkê Kurdistanê girtibû ber xwe. Çekên modern û qedexekirî hemû li dijî Kurdan bikaranî, heta gehiştî qonaxên jinosaîd û jinavbirinê. Lê ji ber ku xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî yên wî demî li ser bergirî û bi destînana çarenivîsa xwe, yekdeng û yek helwest bûn, karîn wan berbestan biherifînin.
Ewa di wê demê de Kurd û gelê Kurdistanê parast, di dereceya yekemîn de yekîtiya navxweyî û neteweyî ya Kurdan bû. Xwe girêdan bû bi hêza karîger û bi bandora xelkê Kurdistanê. Ku di niha de ew rastî ji hemî zêdetir xwe zelal dike. Serhildana bihara 1991’an, guherîneke mezin bû di dîroka Kurdistanê de. Pencereyeke berfireh bi rûyê Kurdistaniyan de hat vekirin û elind û ezmûneke nû û geş derket pêşiya Kurdan. Ew serhildan bû cihê hêviya hemû parçeyên Kurdistanê û di her derê Kurdistanê hat destekkirin. Wê serhildanê palament û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û afirand û bûne destketên neteweyî û niştîmanî di dîrokê de. Xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destketiyan şa bûn. Di şert û mercên pir zehmet û nebûnî û birsîtî û hejariyê de ew ezmûn hate parastin û rakirin ser piyan.
Eger çi ev ezmûn bi qonaxên pir zehmet û nakokiyên dijwar û şerê navxweyî de derbas bû, lê belê gelê me her wek destketeke neteweyî û niştîmanî dibînin û diparêzin. Ji ber wê yekê, divê rêveberên herêma başûr her tim viyan û îradeya xelkê Kurdistanê ber bi çav bigrin.
Di vê demê de ezmûna Başûrê Kurdistanê bi krîz û qeyranên kûr û qonaxeke zehmet ya aborî, siyasî û rêveberîyê re derbaz dibe, rûbirûyê şerê terorê û pilanên hêzên dagirker ên li Kurdistanê jî bûye. Ev jî ne bi tenê başûr belku ezmûna rojava û xebata parçeyên din jî xistiye ber tirsê. Lewma îro ji her demê zêdetir yekîtîya neteweyî û niştîmanî û hevçeperî ya xelkê me û hêzên Kurdistanî rê li plan û xeteriyên neyaran digire û destketan bi garantî ve diparêze.
Îro piştî 32 salan, destketên serhildana başûr, her wek destketiyên rojavayê Kurdistanê di bin fişar û zextên hêzên neyar û dagirkeran de ye, bi taybetî jî dewleta Tirkiya bi hemû hêza xwe planan li dij digêrit. Divê bi her awayî ev destkeft bêne parastin û pêşve birin. Parêzerê herî rast û xwedî şiyanê van destketan gelê Kurdistanê û yeketîya neteweyî û niştîmanî ya xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî ne.
Parastina van desketan di stoyê hemû hêzên Kurdistanî de ye û berpirsiyariyekî dîrokî ye. Eger na dîrok rehmê bi kesê nake. Lewma pêkînana sîwana hevpar ya bergirî û parastinê erkê îro rojê ye û here pêwîstê vê qonaxê ye.
Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, salroja serhildana mezin ya gelê me yê başûrê Kurdistanê de, pîrozbahî yê li hemû Kurdistaniyan dikin û bi şanazî ve wê serhildanê bilind dinirxînin. Bi bîranîna serhildanê hêvî dikin ku arîşeyên navxweyî yên hêzên Kudistanî bi diyalog û lojîk bigehin çareserî yê û planên neyar û dagirkeran bên pûç kirin.
Ji bo başûrê Kurdistanê jî hêvîxwazîn bi zûtirîn dem ji qeyran û krîza aborî û siyasî re derbas bibe. Jiyan û jiyara xelkê li bin siha destûr û serweriya yasayê de bê dabînkirin.
Em carek din serhildana mezin ya başûrê Kurdistanê pîroz dikin, serê xwe bo hemû giyanbextkerên xebata rewa ya gelê xwe di tewînin.”