Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna Noelê ya cîhana Mesîhî bi peyamekê pîroz kir.
KNK Di peyamê de li ser girîngiya rojên pîroz rawestiya û bi boneya rojbûna Îsa Mesîh ku ji alî mesîhiyan ve tê pîrozkirin rawestiya û bi peyamekê ev cejin pîroz kir.
Berfirehiya peyama KNK wiha ye: “Rojabûyîna Îsa Mesîh li cîhana Mesîhî rojeke pîroz e û cejneke sereke ye. Bi vê armancê 25’ê Kanûnê weke rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin di nav xwe û li perêstgehên xwe pîroz dikin.
Li Kurdistanê nufûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK’ê de jî hevwelatîyên Mesîhî têne temsîlkirin.
Ji destpêkê ve Mesîhîyet li erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Cejna Noelê nêzîkê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên cîhanê bi rêz û hezkirinek pîroz dike. Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.”