12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Yekitiya kurdan pêwîstiyeke

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek a nivîskî da û got: “Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ nîşaneya neteweya azad e.“

KNK’ê diyar kir ku serhildana girseyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketiye qonaxeke nû ya rû bi rû bûna bi rejîma totalîter û dîktator a Komara Îslamî ya Îranê re û wiha got: “Pêvajoya azadîxwaziya gelê me û têkoşîna demokratîk û israra ji bo bidestxistina mafên xwe û bicihanîna daxwazên biryardariya xwe nîşan dide. Amadebûna xelkê ya li kolanan asta bilind a şoreşê û îradeya xurt a gelê  azadîxwaz e.“

Jin jiyan azadî sembol e

KNK’ê destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî ” sembola neteweya azad e û got: “Dengvedana vê dirûşmê li Îran û hemû Cîhanê, em kurd û Kurdistanî kirine navendeke ji wateyên têkoşîna neteweyên azadîxwaz ji bo xebateke serdemê xurt kirine. Li aliyê din, krîz û pirsgirêkên dewleta Îranê li nav xwe û derve, şert û mercên guncav peyda kirine ku hem kurd bi xwe hem jî hemû gelên Îranê bikarin xwe ji vê rejîma zordar û totalîter rizgar bikin. Em weke KNK’ê di wê baweriyê de ne, divê kurd ji van geşedan û guhertinên li Rojhilata Navîn bi giştî sûdê werbigirin û bi taybetî jî welatên ku Kurdistan dagir kirine, li ber guherînê ne. Ji bo vê jî Yekitiya Neteweyî ya Kurd pêwîstiyeke jiyanî ye. Divê hêzên cuda yên yekîtiya neteweyî bên bihêzkirin û hemû hêz, nêrîn û armancên hevpar bi hev ve bêne girêdan.“

Sersaxî ji malbatan re xwestin

KNK’ê, Jîna Emînî û kesên di serhildana dawîn de şehîd bûne bi bîr anî û got: “Em sersaxiyê ji gelê kurd û malbatên şehîdan û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Her wiha kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin û bang li xelkê azadîxwaz û demokrasîxwaz ê Kurdistan û Îranê dikin ku li ser armanc û xebata xwe ya rewa berdewam bin û rê li ber komkujiyên dewletê bigirin.“