Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û peyama “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye” da. Di daxuyaniya KNKê de hat ragihandin ku Şoreşa Rojava ya ku 19ê Tîrmeha 2012an destpê kir gihîşt asteke nû û wiha hate gotin: “Kobanê çîrûska destpêkê ya Şoreşa Rojava û ala azadiyê ya li dijî hêzên dagirker e. Gelê Kurd û piştevaniya dostan di 26ê Çileya 2015an li dijî DAIŞê bi ser ket û ev serkeftin serkeftina rûmeta mirovahiyê ye. Ev serkeftina dîrokî ne tenê serkeftineke leşkerî ye, di heman demê de serkeftina têkoşînekê ye ku bi biryardarî û yekitiya gelê Kurd hatiye bidestxistin.”
Di daxuyaniya KNKê de hat ragihandin ku DAIŞê derba destpêkê ya herî giran li Kobanê xwar û wiha domand: “Berxwedana Kobanê weke têkçûna mezin a destpêkê ya DAIŞê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Ev serkeftin bi hewldanên hevpar ên gelê Kurd û şoreşên Rojava pêk hat. Têkoşîna azadiyê ya ku ji Kobanê destpê kir, Reqa jî di nav de ku DAIŞê ji xwe re weke paytext ragihandibû kir ku gelek herêm bê rizgarkirin. Ev pêvajo bi fedakariya YPG û YPJê, bi piştevaniya gelê Kurd a li çar aliyan û bi piştgiriya hêzên demokratîk navneteweyî bi cih hat.”
KNKê bibîr xist ku Rojava hîn jî bi gefên dagirkeriyê re rû bi rû ye û hate destnîşankirin ku Tirkiye yekser an jî neyekser êrişî Rojava dike. KNKê wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞê dewleta Tirk yekser berê xwe da Rojava û êriş kir. Herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê mînakên ji polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne. Niha jî êriş li ser Kobanê û derdora Bendava Tişrînê tê kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku parastina Rojava ne tenê parastina gelê Kurd e, di heman demê de parastina tevahiya nirxên hevpar ên mirovahiyê ye.
Di vê demê de parastina destketiyên Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng e. Ruhê berxwedanê yê ji Kobanê bilind bû. hêviya azadiyê ya Kurdistanê û mirovahiyê ye. Divê destketiyên Şoreşa Rojava bêne parastin û berxwedana Kobanê timî bê bîranîn. Mîna 10 sal beriya niha em bang li gelê xwe, dostên xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku Rojava biparêzin. Bi vê wesîleyê salvegera serkeftina Kobanê û rizgarkirina kantonên Rojava careke din pîroz dikin.”