Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dirûşma beriya sê salan ji qad û kolanên Rojhilatê Kurdistanê bilind bû di demeke kurt de veguherî dengê hevpar ê daxwazên azadiyê yên li Îranê û li cîhanê bû îlham ji milyonan mirovî re.
KNKê ragihand ku ev dirûşm ji ber zilm, êşa ku bi gelên Rojhilat û Îranê hatine kişandin bilind bû û got, “Ev dengê ku bi hêvî û wêrekî ji sînoran derbas bû, li Îranê û çar aliyên cîhanê deng veda.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgera bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kir li hemberî dîktatorî û zextê rêyeke nû ava kir û têkoşîna jinan a li hemberî astengiya li pêşiya kinc, liv û tevgerê, dervehiştina li qada siyasî û bêkariya li hemberî ciwanan hate bibîrxistin. Hate gotin, di nava van şert û mercan de jin û ciwan bi wêrekî daketin qadan û hem ji bo Îranê hem jî ji bo civakên cîhanê bûn îlham. KNKê, wiha got: “Îro di salvegera sêyemîn a vê serhildanê de em dibînin ku ‘Jin, Jiyan Azadî’ veguheriye pirekê ku Kurd, Fars, Belûc, Ereb û hemû gelên cuda yên li Îranê digihîne hev; veguheriye zimanekî hevpar ê gerdûnî ku daxwaza edalet û azadiyê li dora wê civiya ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev tevger ji bo hemû beşên gelê Îranê li dijî rejîmên zordar bûye tecrûbeyeke girîng û li Rojhilatê Kurdistanê jî nîşan da ku gel bi yekîtî û biryardariyê dikare dengê xwe bide bihîstin.
KNKê destnîşan kir ku ew vê salvegerê ne tenê weke bîranîna rabirdûyê her wiha weke destpêkeke nû dibînin û got, “Yekîtiya jin û ciwanan wê peyama vê tevgerê bigihîne tevahiya cîhanê. Parastina mafên gelan ji bo dewamiya vê şoreşê yek ji wezîfeyên sereke ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşmeke ji rêzê nîne û hate gotin, “Ev yek meşaleyeke guherînê ye, çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e.”