11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kêmbûna Stereotîpan û yekbûna rola zayendî

Ji van hemûyan, mirov dikare fêm bike ku her çend baviksalar û îdeolojiya mêranî dikare cûdabûnê mêran li ser jinan bide xuyakirin

Tiştê ku di serdema me de tê dîtin ev e ku rolên zayendî yên kevneşopî li hember rewşa civakî, aborî ya nû kêm dibin. Rewşa nû şêweyên nû yên mêraniyê diafirînin. Mêrê hemdem li roleke nû ya mêraniyê digere da ku temsîl bike û hewl bide ku statuya serdest bide . Bêyî ku vê rastiyê paşguh bike, di demekê de ew helwesta taybetî dibe ku wekî ya ‘’mê’’ dihat hesibandin. Bikaranîna modayê û aksesûarên rû yên mêran dibe ku ji bo vê yekê mînakên baş bin. Ev îdiaya îspat dike ku mêraniyeke sabît û aram tune ye. Bi gotineke din (mêranî) ne ji eslê mêr in. Lê berhemeke çand û dîrokeke taybetî ne.

Di cîhana îroyîn de pêdivî bi xerîdarekî mêr heye, ne şervanekî mêr. Li şûna mêrekî serpêhatîxwaz, ew mêrê bi kincên cur bi cur û xwedî şiyanên burokratîk û teknîsyen tercîh dike. Gelek mêr bawer dikin ku rewşa nû bi awayekî sîstematîk mêraniyê û baviksalariyê têk dibe û wan lawaz dike. Cîhana nû ji wan re cîhek nehişt ku xewnên xwe yên mêranî pêk bînin ji ber ku piraniya wan di çend metreçargoşeyan de, ku cihê karê wan e, bicîh kir. Niha, mêr neçar in ku bi rewşa nû re bibin yek, bêguman ev yek bê berdêl nayê qebûlkirin.

Anthony Clare balê dikişîne ser hêrs û bertekên tund ên mêran li hember van şert û mercên nû. Ji bo vê yekê ew gelek mînakan nîşan dide. Ya herî berbiçav xwekuştin e. Li gorî îstatîstîkên ku ew ji Ewropa, Amerîka û hem jî ji Afrîkayê bikar tîne, rêjeya xwekuştina mêran ji du qat heta pênc qat ji jinan zêdetir e. Ji bo wî; ji bilî nîşandana ku mêr nikarin rewşa nû qebûl bikin. Ew her wiha nîşan dide ku ew red dikin ku qebûl bikin. Red dikin ku ew lewazin û hewceyê alîkariyê ne. Ji ber ku ew bawer dikin heke ew wisa xuya bikin û piştgiriyê bixwazin, ev ê bibe sedema bêhêziyê. Ev ji bo wan wekî heqareta herî mezin tê dîtin. Clare dibêje: “Pirsgirêka xwekuştinê ev e ku ew di heman demê de daxuyaniyek e ku jiyan nayê kontrol kirin, nîşandana dawîn a di parastina kontrolê de ye. Kesê ku biryar dide mirin ji jiyanê çêtir e, dibe ku berî biryareke wisa bide şîret û alîkarî xwestibe. Lê, gelek xwekuşerên mêr qet alîkariyê nagirin.” Bi eşkereyî her çi dibe bila bibe, ev nîşan dide ku, çawa mêr carinan mirina fîzîkî li ser mirina sembolîk tercîh dikin. Ev jî windakirina nasnameya xwe ya ‘’mêrane’’ ye. Ji bo wê ew amade ne ku xwe bikujin. Lê alîkariyê naxwazin da ku lewaz xuya nekin!

Jinbûyîn an mêrtî hem dahênan û hem jî dabeşkirinên civakê ne da ku mirovahiyê çarçove bikin û aram bikin. Ji ber ku ew taybetmendî berî ku li ser bingeha zayendî werin dabeşkirin, ên mirovan in. Mirov dikare hemiyan di heman demê de hembêz bike. Şervaneke jin a Kurd dikare şervaneke dijwar be û di heman demê de hevaleke dilovan be jî. Cureyê mirovan berî ku nêr an mê be an jî mê an mêr be, mirov e û mirov ji tevliheviyek tevlihev a taybetmendiyan û gelek aliyan pêk tê û her du meyl jî hene. Û her pêvajoyeke ku ber bi her du aliyan ve diçe dê bibe sedema tepeserkirina aliyê din. Çawa ku em dibînin di pêvajoya civakîbûna xwe de aliyê wan ê jin çawa tê tepeserkirin; ji bo keçan jî heman tişt derbas dibe. Aliyên wan ên ‘’mê’’ têne tepeserkirin. Ji vê noxteyê veqetîn û dabeşkirina rolên zayendî dest pê dike. Lê belê, niha ev bandora alî ya tepeserkirinê ya îdeolojiya mêrtî tê fêmkirin û pejirandin. Û gelek psîkiyatrîk û sazî li ser vejandina aliyê “mê’’ yê tepeserkirî yê mêran dixebitin û hewl didin ku alîkariya wan bikin da ku şerm nekin. Divê ew hestyar xuya bikin û vê yekê îfade bikin. Ji bilî vê, di zehmetiyan de piştgirî bixwazin.

Ji van hemûyan, mirov dikare fêm bike ku her çend baviksalar û îdeolojiya mêranî dikare cûdabûnê mêran li ser jinan bide xuyakirin. Dîsa jî ew berpirsiyariyên dijwar datînin ser milên wan û hin îdeal û pîvanên mêranî li pêşiya wan datînin ku ne gengaz e ku werin bidestxistin û ev yek wan ber bi têkoşîneke domdar a ji bo wan armancên ku hatine ferzkirin ve dibe. Wekî din, di asta hundurîn de, ew wî dikin polîsek ji bo tepeserkirina her hestek ku ew çand wê wek hestên ‘’mê’’  dibîne. Baviksalarî ne tenê jinan tepeser dike. Mêr jî têne tepeserkirin. Lê bi awayên cuda. Bi taybet bi têkbirina wan modelên mêraniyê yên ku li gorî modela serdest najîn. Bi gotineke din, mêr ne tenê sûcdar in. Lê di heman demê de qurbanî ne. Û ji ber vê sedemê, di her projeyeke ku armanca wê azadiya jinan e divê ji bo azadiya mêran jî cîhek çêbike. Hewce ye ku çanda me demokratîk bibe. Çandek e ku, dikare şêwazên jiyanê yên cûda tehemûl bike û bibe derîyê çareserîyê.