KJK’ê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek da û ji bo çalakiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de ji dewleta Îranê hate xwestin ku dawî li zextên li jinan bîne û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan dubare kir.
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:
“76 şehîdên jin ên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, ku ji bo cîhanê ji zilma mêr, zayendîperestiyê, neteweperestiyê û faşîzmê rizgar bikin têkoşiyan, di vê oxirê de hebûna xwe ya herî hêja feda kirin, jiyana xwe weke berdêla azadiyê dan, di şexsê Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Di şexsê lehengên jin de ku têkoşîna rewa ya berxwedêrên zindanan ên jin ku ji azadiyê bi mîlîmekê jî venegeriyan û çirûska berxwedanê ji nû ve pê xistin, em têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî silav dikin. Silav ji her kesên li her devera cîhanê têkoşîna jinê mezin dikin. Silav ji jinan hemûyan re ku li dijî zilma mêr li ber xwe didin!
‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî formula jiyan û azadiyê
Rastiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku beriya bi salan ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin, par van rojan bû qîrîna azadiyê û mifteya bi sêhr a jiyanê ya jinên Îranî. Jin, Jiyan, Azadî peyman ô gotina jinan e ku sedsala 21’ê bike sedsala şoreşa jinê. Lewma ev yek ji aliyê cewherî ve paradîgmaya jiyana azad a me jinan e. Ev paradîgma navê wê felsefeyê ye ku wê civakê, jinan, çandan ji kiryarên koletiyê yên desthilatdaran rizgar bike, bi pêşengiya jinê jiyanê bi azadiyê ava bike. Jin, Jiyan, Azadî îro veguheriye karakterekî gerdûnî ku formula jiyan û azadiyê ye ji bo jinan. Par van rojan me şahidî kir ku li her qadê û rojê, li her devera cîhanê di çalakiyan de jinan gaveke mezin a şoreşgerî avêtin.
Li dijî polîtîkayên dijminane yên dewleta Îranê ku li ser jiyan, beden, fikir û keda gel û jinan ava kiriye, jin bi çalakiyên radîkal rabûn ser piyan, hemû beşên civakê tevlî van çalakiyan bûn û jinan ispat kirin ku nasname û hêza pêşeng a şoreşên civakî hemûyan e. Berxwedana jinê ya rêxistinbûyî ku li ber zilm, zext, mêtingerî û qedexeyên zaliman bêdeng namîne, serî natewîne û bi fedakirina canê xwe red dike, di heman demê de garantiya azadî, demokrasî, hemû maf û azadiyan e. Daxwaza guhertinê û hêrsa di bin van çalakiyên bi heybet de veşartî bûn, îro jî bi rengê xwe dewam dike. Hinceta van çalakiyan ku bûn xwedî karakterekî berxwedanê yê global mîna doh îro jî bi rengekî cidî hebûna xwe dewam dike.
Weke jin, daxwaza me, têkoşîna me ya mafdar li gorî daxwazên her beşên civakê ne yên ji sîstema zaliman mexdûr bûne. Ev çalakiyên ku bi daxwaza maf û azadiyê ya jinên li Îranê destpê kirin, ji hemû cûreyên berxwedanê yên beriya niha hêzên alîgirê guhertinê pêk anî bûn, cuda ne. Ji ber ku di berxwedaneke li dora jinê de rastiya azadiya jinê ya jinê veguherî têkoşîna kolektîf a hemû derdorên ku zerar ji sîstemê dîtine. Em vê rastiyê baş zanin, di nava wan şert û mercan de ku sîstema paşverû ji holê nehatiye rakirin, nehatiye guhertin, tişta bi serê Jîna Emînî hat bi hêsanî dikare bi serê her kesî bê. Ji xwe jinan destmala li ser serê xwe avêtin, şewitandin, porên xwe weke şîn û raperînê birîn, kolan dagirtin. Me çalakiyên jinan ên bi vî rengî gerdûnî dîtin û dibînin. Jinan diyar kirin ku ew êdî naxwazin wê jiyana bi zora desthilatdariyê bijîn, şêweyê jiyanê yê ku vê sîstema zayendîperest ava kiriye, red kirin.
Jinan bi çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî ispat kirin ku li cîhaneke bindest hepvar in, têkoşîna jinê jî wê hevpar be. Jîna Emînî ji aliyê aqlê mêr ê kujer ve hate qetilkirin. Lê belê ev komkujî bi dawî nebû. Polîtîkayên komkujiyê yên dijminê jinê yên dewletên cîhanê, salên dawî di asta hovîtiyê de dewam dikin. Ji ber polîtîkayên qirkirina jinê yên li her deverê belav bûne, her sal bi hezaran jin têne kuştin. Li welatên mîna Îran, Tirkiye, Efganistanê li hemberî jinên ku hatine girtin kiryarên li dijî mirovahiyê têne kirin. Jinên ku îro hejmara wan gihîştiye bi deh hezaran kesî, weke sûcdarên fikir li zindanên Tirkiyeyê ne. Ev jinên ku bi rengekî neheq li girtîgehan têne girtin di nava şert û mercên herî giran û li derveyî mirovahiyê de ji bo jiyanê têdikoşin. Di êrişên dagirkeriyê yên dewletên mêtinger de yên li ser Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê bi taybetî êriş li jinê têne kirin. Lewma di serî de dewleta Tirk, dewleta Îranê, Talîban û mêrantiya hegemon û piraniya dewletên cîhanên bi polîtîkayên terora mezin a li dijî jinan sûc dikin. Ji xwe mejiyê ku Jîna qetil kir, çavkaniya xwe ev feraseta mêr ê hegemon e. Ji ber vê jî serhildana jinê ya têkoşîna wekhevî û azadiya jinê bêencam nîne.
Heta ku komkujiya jinê neyê bidawîkirin azadî nabe
Ji bo me jinan êdî neçarî ye ku hesab ji mêrantiya zordar a qirêj bê pirsîn, ev mejiyê zalim ê ku bûye bela li serê jinan, gelan, çandan û xwezayê ji holê rakin û ji bo vê jî xeteke têkoşînê biafirînin. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku li dijî olperestî, zayendîperestî û desthilatdariya mêr, jin gihand hev ispat kir ku bûyerên bi serê jinan ve tên li her derê mîna hev e. Lewma di asta heyî de li dijî komkujiyên zayendîperestî û xespkirina mafan weke jinan divê em daxwazên xwe li dijî sîstema dijminê mêr bi sekneke têkoşînê ya hîn xurt û her timî nîşan bidin. Ji ber ku her bûyera tundiyê ya li dijî jinê tê kirin, weke jin di dilê me de her roj parçeyekî kêm dike. Li dijî bûyerên qetilkirina bi rêbaza qetilkirina Jîna Emînî ku her roj li devereke cîhanê rû dide, divê em aliyên xwe yên hevpar hîn bêhtir bibînin, dest û mil bidin hev, li dijî vê sîstema mêr a barbar ku rê datîne ber azadiya me, divê em ji doh bêhtir hîn bi xurtî bibêjin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Heta tundî, kuştina jinê û komkujî neyên bidawîkirin sîstem demokratîk nabe
Bi vê wesîleyê di serî de ji rejîma Îranê ya dijminê jinê re, ji hemû desthilatdaran re yên ku jiyanê li jinan dikin zindan, mafên wan ên jiyana azad xesp dikin, bi zora desthilatdariyê jinan dixin zindanan, dixwazin bi îdamê teslîm bigirin, bi polîtîkayên olperest û zayendîperest dixwazin rê li ber jinê bixin, em vê yekê dibêjin. Têkoşîna jinê rewa ye, mafdar e! Mîna ku di çalakiyên 16’ê Îlona 2022’an de hate dîtin, têkoşîna jinê guh nade ti astengî û qedexeyê. Em ji dewleta Îranê re dibêjin ku di salvegera yekemîn a şoreşê de dawî li zextên li dijî jinên pêşengên têkoşîna jinê bîne. Em dixwazin ku cezayên li wan jinan hatine birîn bêne bidawîkirin ku ew jin dixwazin jiyanê ji bo jinan, gelan, baweriyan û çandan hîn guncav bikin, kiryarên vê sîstema dijminê jinê bidawî bikin. Bi vê wesîleyê di şexsê hevrêya me Zeyneb Celaliyan de em daxwaza xwe ya ji bo azadiya girtiyên siyasî hemûyan dubare dikin. Dem ne ew dem e ku gel, jin bi zorê, bi qedexeyan, bi zordariyê, bi kiryarên antî demokratîk bêne birêvebirin. Bi polîtîkayên olperest û muxafazakar tiştek bi dest nakeve. Dewleta Îranê ji bo karibe xwe ji krîza kûr rizgar bike, ji bo karibe xwe biguherîne divê van serhildanên gel ji bo xwe weke firsendekê bibîne. Lewma ji bo dewleta Îranê dema guhertinê hatiye. Biryardarî û israra li ser rejîma antî demokratîk a kevnare, ji bo gel û welatekî xwedî dînamîkên çandî yên dewlemend ên xurt e, wê bê wateya paşketin, hilweşîn û mezinbûna krîzê.
Li ser vê bingehê em têkoşîna bi heybet a berxwedêrên jin hemûyan ên dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav dikin, hemû mirovên me yên di çalakiyên berxwedanê yên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin. Ji bo çalakiyên ku di salvegea yekemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bêne lidarxistin, di serî de jin em bang li her beşeke civakê ya azadîxwaz û demokratîk dikin ku bi rengekî çalak tevlî bibin. Her wiha diyar dikin ku şoreşa jinê kêliyek nîne, divê têkoşîn, piştevanî her timî bin; lewma em bang li hemû kesayet û tevgerên jinê yên alîgirê azadiyê dikin ku dengê xwe tevlî çalakiyan bikin, tevkariyê û piştevaniyê mezin bikin. Li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê, em soza ji bo jiyana di bedewiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de dubare dikin.”