15 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KJK: Şoreşa hemû jinan e

KJKê di salvegera sêyemîn de destnîşan kir ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê hemûyan e.

Koordînasyona KJKê bi wesîleya salvegera sêyemîn a şoreşa Jin, Jiyan, Azadî daxuyaniyek da û ragihand ku şoreş ne tenê ya gelên Îranê ye, di heman demê de têkoşîna hevpar a gelên cîhanê û jinan hemûyan e. KJKê got, “Rêya Îran a Demokratîk ji Jin, Jiyan, Azadî’ derbas dibe û bang li jinan û gelan kir ku vê şoreşê mezin bikin.

KJKê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî bi bîr anî û wiha got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku nîşaneya herî bedew a teza ‘Sedsala 21ê sedsala jinê ye’ di salvegera 3yemîn de ye. Di şexsê Jîna Emînî, Şilêr Resûlî, Nîkaşa Keremî, Komar Derûftadî, Zekeriya Xeyal û Mînû Mecîdî de em şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Ji bo pêkanîna jiyaneke bi rûmet, adil, wekhev û azad soza xwe dubare dikin ku şehîdan di oxira wê de canê xwe feda kirin. Bi avakirina Kurdistan û Îrana demokratîk ku hesreta wan a herî mezin bû, em sozê didin ku xeyalên wan ji me re hiştine bi cih bînin. Sala 3emîn a şoreşê di serî de li Rêber Apo ku mîmarê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ye, li malbatên hêja yên ciwanên di şoreşê de şehîd bûn, li jinan hemûyan, li gelên Îranê û mirovahiyê pîroz be. Beşdarên konferansa Jin, Jiyan, Azadî ku di 8ê Îlonê û 13ê Îlonê de pêk hat, di serî de jin hemû beşdarên wê silav dikin, hêvî dikin ku ev konferans bibe wesîle ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li her derê bê birêxisitnkirin.”

KJKê bi berdewamî desnîşan kir ku 16ê Îlona 2022yan ji bo jinan û tevahiya gelên Îranê û cîhanê bû xaleke werçerxê ya dîroka berxwedanê û ev tişt anî ziman: “Jîna Emînî ya 22 salî di 13ê Îlona 2022yan bi bahaneya ku serê xwe li gorî pîvanên nixumandinê nenixumî ye hate binçavkirin û ji aliyê polîsên qaşo exlaqê ve bi êşkenceyê di 16ê Îlonê de hate kuşitn. Merasîma cenazeyê Jîna Emînî ku 17ê Îlonê pêk hat, bû destpêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadî. Lewma 16ê Îlona 2022yan ji bo jinan û tevahiya gelên Îranê û cîhanê bû xaleke werçerxê ya dîroka berxwedanê. Rejîma Îranê xwest, di şexsê Jîna Emînî de tirsê bixe nava gelan û jinan hemûyan, lê berevajî vê yekê li meşa gel a bê tirs û bi hêrs a ber bi şoreşê ve rast hat. Cîhanê di herikîna dîrokê de şahidî ji gelek şoreşan re kiriye. Lê belê her şoreş nekariye bibe xwedî taybetmendiya civakî, nekarî hem bibe şoreşa jinê hem jî bibe xwedî taybetmendiyên gerdûnî û herêmî. Lewma şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hem bi pêşengiya jinan, hem bi tevlîkirina gel a li nava xwe ya ji 7 heta 70 salî hem jî bi derbasbûna ji sînoran cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelan de girt.”

Formula efsûnî li tevahiya cîhanê belav bû

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KJKê ev tişt anî ziman: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bû şoreşeke welê ku ne tenê jinan her wiha wan mêran jî cihê xwe di nav de girtin ku dixwestin feraseta serweriya mêr bişikînin, qetilkirina jinan weke qetilkirina jiyanê didîtin û dixwestin bi jinan re bibin hevrê. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku dema jin û mêr bi hev re bimeşin, yanî ji bo heman armancê bimeşin, bibin hevrê, wê karibin çi bi ser bixînin. Lewma şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi esasî şoreşeke mejî, çand û kesayetiyê ye. Xwedîderkretina hemû beşên civakî li vê şoreşê nîşanî cîhanê da ku azadiya jinan xala esasî û diyarker a çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hem ji bo jinên Îranî û Kurd hem jî ji bo jinên tevahiya cîhanê bû meyla berxwedanê. Dirûşmê li tevahiya cîhanê deng veda, li dijî mejiyê mêr ê hegemon kapîtalîst, netew-dewletperest, totalîter û paşverû ji bo tevgerên jinan ên cîhanê bû manîfestoya azadiyê. Bi rengê ku Rêber Apo anî ziman formula efsûnî ya Jin, Jiyan, Azadî li tevahiya cîhanê belav bû.”

Ev kiras ji gelan re teng tê

KJKê bal kişand ser polîtîkayên rejîmê û wiha got: “Rejîma Îranê ku li pêşberî bandora vê formula efsûnî bêçare ma, kiryarên xwe yên faşîzan dewam dike. Di dema şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bi sedan mirovên me hatin qetilkirin û di sala 3yemîn a şoreşê de jî hîn ciwanên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, tevlî çalakiyan bûn têne girtin û darvekirin. Bi rêya vê pêkanîna faşîzan hewl dide tola şoreşê hilîne. Lê belê li gel hemû kiryarên paşverû yên rejîma Îranê, her roj hîn bêhtir diyar dibe ku pêşî li daxwaza azadiyê ya gelên Îranê nikare bê girtin. Ji ber ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji dirûşmekê wêdetir veguheriye rastiyeke jiyanê. Her cûre zexta li ser gelên Îranê bê ferzkirin ku bi sedan salan bi hev re di nava azadiyê de ne, wê rejîma Îranê hîn bêhtir nêzî hilweşînê bike. Dewleta Îranê berevajî kevneşopiya jiyana azad û çanda pir alî ya hezaran salan bi vê rejîma ku li ser gelên Îranê bi taybetî jî li hemberî jinan ferz dike, dawiya xwe bi destê xwe amade dike. Halbûkî Îraneke xurt bi naskirina azadî û xweseriya gelan, bi taybetî jî ya jinan dibe. Bûyerên li Îranê qewimîn nîşan dan ku kirasê netewe-dewletê li gelan teng e û her roj ji cihekî diçire.”

Berxwedana jinan glekî girîng e

KJKê desnîşan kir ku li dijî rejîmê berxwedaneke gelan heye û ev tişt anî ziman: “Gelên Îranê jî li hemberî kiryarên rejîma faşîst hemûyan li ser piyan e, li ber xwe dide. Bi taybetî berxwedana jinan li zindanên Îranê dewam dike, peyama wê yekê dide ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne ew şoreş e ku destpê kir û bi dawî bû, berevajî li hemberî her cûre kiryarên faşîzan mezin dibe. Em jî bi wesîleya salvegera 3yemîn a şoreşê di şexsê Zeynep Celaliyan, Gulrux Îrayî, Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî de berxwedana jinên li zindanên Îranê silav dikin. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di heman demê de zemîna Şoreşa Jinê ya Rojhilata navîn û Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê xurt kiriye. Li hemberî feraseta mêr ê serwer ku li dijî jinan bû hêza rêxistinî careke din eşkere bû ku rêxistinî û berxwedana jinan glekî girîng e, ev ruhê hevpar derkete holê.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî KJKê wiha got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi îdeolojiya xwe ne tenê ji bo gel û jinên Îranê, her wiha ji bo hemû jinan şoreş e, şoreşa cîhanê ye. Ji ber vê yekê berpirsyariya her kesî ye ku divê biparêz û mezin bike. Bi wesîleya salvegera 3yemîn a şoreşê em dibêjin rêya Îran a Demokratîk ji şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derbas dibe û di serî de jin bang li gelên Îranê, gelên cîhanê dikin ku di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de israr bikin, di serî de şehîdên şoreşê hemû nirxan biparêzin û mezin bikin.”