19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser gelê me ye

Kordinasyona KJKê der barê êrîşa li ser Leyla Zana daxuyanî da û got: "Em vê dijminatiya li ser jinan û gel şermezar dikin, qebûl nakin. Ev yek êrişek li dijî rûmeta gelê me û tevahiya jinan e."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. KJKê di daxuyaniya xwe de heqaret û gefa li dijî siyasetmedara kurd Leyla Zana şermezar kir.

“Di nava van şert û mercan de ku tedbîr û nerazîbûneke têr bike nayê nîşandan, partiyên nijadperest ji xwe re qadekê peyda dikin. Rêveberên şer û qirkirinê dijberiya xwe ya li pêvajoyê, dijminatiya li jin û kurdan bi rengekî xetere bi rêxistin dikin. Herî dawî li dijî birêz Leyla Zana êrişeke zayendîperestî ya rêxistinî hate nîşandan. Em vê dijminatiya li ser jinan û gel şermezar dikin, qebûl nakin. Ev yek êrişek li dijî rûmeta gelê me û tevahiya jinan e. Hêzên nijadeprest û faşîst ên ku xwe ji siyaseta dijminatiya li gelê kurd xwedî dikin, bi êrişa zayendîperestî ya li dijî Leyla Zana re sûc kirin. Em bang li rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî sabotaj û provokasyonên ku dijminatiyê diafirînin, helwesta aştiyê û têkoşîna demokrasiyê ya hevpar a gelan bi pêş ve bibin. Ev têkoşîn divê ne tenê nîşandana helwestekê be, divê bi têkoşîna qanûnî ya ku pêkanînên hiqûqî li ser êrişên zayendîperest-nijadperest bê ferzkirin, bi encam bibe.”