24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KJAR: Tecawizkarî taybetmendiya gelê kurd nîn e

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), destdirêjî û kuştina zaroka keç a 6 salî Niyan Chalabianî bi tundî şermezar kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi yek dengî, hevgirtî û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dakevin qadan.”

Di 6ê çileyê de li bajarê Bokanê ya rojhilatê Kurdistanê zarokek keç a 6 salî ya bi navê Niyan Chalabianî ji aliyê birayê damariya wê ve rastî destdirêjiyê hat û piştre hat kuştin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi tundî zîhniyeta êrîşkar û destdirêjiya li hemberî zarok û jinan şermezar kir.

KJARê helwesta gelê Bokanê ya li dijî vê hovîtiyê silav kir û got: “Helwesta gelê me yê Bokanê, bi temamî heqîqeta gelê me yê birûmet, birêgez û biexlaq ya gelê kurd îfade dike. Gelê Rojhilat di dîroka xwe de dewamî li hember hişmendiya êrîşkar xwedî helwest bûye û xwe parastiye. Herwiha ji gelê Îranê re pêşengtî kiriye û bûye nimûneya gelê ku tu carî li hember tecawizkarî serî natewîne û bêdeng nemaya. Gelê rojhilatê Kurdistanê, ew gel e ku di şexsê Şilêr Resûlî de ber bi şoreşa Jin Jiyan Azadî ve gav avêt û rejîma Îran ber bi hejandinê ve bir.”

KJARê, destnîşan kir ku ev êrîşa li dijî zaroka keç bi temamî tê wateya tolhildan ji Şoreşa Jin Jiyan Azadî girtin e û anî ziman ku ew ê di oxira keça delal a 6 salî de asta têkoşîna xwe li hemberî hişmendiya êrîşkaran xurt bikin û bê rawestîn bi hêza felsefeya Jin Jiyan Azadî rûyê wan tecawizkaran tehşîr bikin û hesab bipirsin.

KJARê, bûyera destdirêjiya li Merîwan, Sine û Mehabadê jî bibîr xist û wiha domand: “Tevahiya gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê divê li pişta helwesta gelê me yê Bokan be, piştgirî bide û di şexsê keça delal a 6 salî Niyan de xwedî li rûmet û şerefa xwe derkeve. Em di vê baweriyê de ne ku helwesta gelê me ya Îran û Rojhilat wê hesab ji vê hişmendiyê û pergala kujer bixwaze. Ji ber ku hişmendiya rejîma zayendperest ku bi xwe avakera vê hoviyetiyê ye, wê hesaba vê hovîtiyê nexweze.

Em bang li gelê xwe ya bi rûmet dikin ku dakevin kolanan û her der bikin qada têkoşînê da ku tecawizkar derkeve hizura gel û bi edaleta gelê me ya bi şeref werê darizandin û cezakirin.

Gelê kurd ji dîrokê hetanî roja me ya îro xwedî civakek bi exlaq û polîtîk e. Ev tenê taybetmendî nîne, di heman demê de yek ji nirxên bingehîne ku gelê kurd li hember her cure erîşên derve xwe pê parastiye. Dijminên dagirker bi qirkirina vê civaka exlaqî û polîtîk hewldaye; civakek ji rêzê, zayendperest, bê rêgez û êrîşkar ava bike. Di vê wateyê de bêexlaqî û tecawiz bi tu şêwazî peywendiya xwe bi civaka kurd re tune.

Destdirêjî, tecawiz û hwd. yek ji polîtîkayê dijmine ku dixwaze exlaq, rûmet, nasname û hebûna gelê me pê qir bike. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; civakê ku bi ruxandina exlaqî re rûbirû hatibe; ew civake ku bi her awayî dikare were dagirkirin û wêrankirin. Dijmin li her çar beşên Kurdistanê bi salan e êrîşê şeref, rûmet û hebûna kurdan dike.

Rejîma Îranê jî yek ji wan dewleta ye ku di her alî de û di her firsendê de qala exlaq dike. Di bin navê hîcabê de rojane keçên ciwan û jinan di nav kûçe û kolanan de bi erdê re kaş dike û bi darê zorê desteser dike. Heqaret li wan dike û heta wezîfedarê dewletê bi xwe jî tecawiz û destdirêjî li wan dikin. Ji ber vê rejîmeke wiha ne pêkan e ku hesabê vê bûyera zaroka 6 salî û bûyerên mîna vê bipirse, berovajî ji bo nixûmandinê dê her tiştî bike. Dê bi hincetên mîna întîhar kiriye li ser bûyerê bigire.

Lê em di vê baweriyê dane ku gelê me ya Rojhilat wê vê bûyer bê hesab nehêle. Em banga li gelê xwe dikin ku carêk din bi yek dengî, hevgirtî û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dakevin qadan û di şexsê keça bedew ya 6 salî de xwedî li hebûn û rûmeta xwe derkevin.”