Hêzên rejîma Îranê endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilata Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya bi nasnave Ciwana Sine di 1’ê tebaxê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê revand.
KJAR’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Di 1’ê tebaxa 2023’yan de endama rêxistina me, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine ku Li rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dimeşand, li herêmên derdora bajarê Sine ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine ciheke nediyar. Tevî hemû hewldanên malbatê jî derheqê çarenûsa hevala me Werîşe Mûradî de tu agahî nehatin girtin. Vê jî fikarên me û malbatê zêde kirine. Ji ber ku hêzên rêxistina sîxurî ya spahê pasdaran û wezareta İtilaetê hevala me revandine, ji jiyana hevala me Komara Îslamî ya Îranê berpirsyar e. Banga me ji bo raya giştî, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo karûbarên mafên mirovan a li Îranê û saziya navnetewî ya mafên mirovan ew e ku bêdeng nemînin û karên pêwîst bikin.”