12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiliçdaroglû: Em li vir in

Namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, destnîşan kir ku ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane û got ku wê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomîne.

Tura duyemîn a serokkomariyê bi dawî bû û encamên wê bi awayekî nefermî aşkera bûn. Di hilbijartinê de namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayyîp Erdogan bi derfetên dewletê û hîleyên ku pêk anî li dijî namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû bi ser ket. Kiliçdaroglû, der barê encamên hilbijartinê de derket pêşberî kamerayan û daxuyaniyek da.

Kiliçdaroglû, têkçûna xwe qebûl kir û destnîşan kir ku ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane û ev tişt got: “Di vê hilbijartinê de careke din derketiye holê ku gel xwestiye rejîma otorîter bê guhertin. Ez dixwazim 25 milyon welatiyên me yên ku raya xwe dan min serbilind bin. Meşa me didome, em li vir in. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomînin.”