Di roja 16’mîn a êrîşên Rûsyayê de Kievê bi temamî hatiye dorpêçkirin û amadekariya şerê kolanan tê kirin. Li aliyekî hewldanên diyaloga di navbera Rûsya û Ukraynayê de bê encameke berbiçav berdewam dikin, li aliyekî din amadekariyên şerekî mezin li derdora paytexta Ukrayna Kievê didome.
Karwanê wesayitên leşkerî yên artêşa Rûsyayê ji nêzî Kievê heta derdora 65 kilometreyan dirêj dibe. Di nava vî karwanî de 15 hezar leşker, tank, top û fûze hene.
Karwanê ku ji alî medyaya Welatên Rojava ve wekî karwanê mirinê tê binavkirin, wiha xuyaye ku xwe ji bo şerê berfireh û mezin amade dike.
Li aliyê din jî artêş û gelê Ukraynayê jî li nava Kievê dest bi amadekariyên şerê kolanan kiriye. Gel û artêş tevî hêzên ewlekariyê ên Ukraynayê bi hevre di nava bajêr de xendeqan dikolin û bendên kontrolê ava dikin.
Rûsyayê bi dorpêçkirin û topebarana li ser Kievê dixwaze wekî bajarên din ên wekî Xerkov, Maryobol û somî di nava dorpêçê de bihêlin û bajar bixin bin kontrola xwe.
Wekî tê zanîn li wan bajarên ku Rûsyayê xistiye bin kontrola xwe ji beriya 11 rojan de bê av û elektrîk hatine hiştin.
Rûsyayê dixwaze bi desteserkirina Kievê û teslîmgirtina serokê Ukraynayê plana xwe bibe serî û hikûmeteke ji kesên alîgirên Rûsyayê ava bike.
Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelneski di roja 16’an a êrîşên Rûsyayê de bang li dayikên leşkerê rûsî kir. Zelneski di daxuyaniya xwe de wiha got: “ Ukraynayê tucaran şer û pevçûn nexwestiye lê ew ê heta dawî li ber xwe bide, ez bang li dayikên leşkerê rûsî dikim ku zarokên xwe neşînin mirinê.”
Her wiha wezareta Parastinê ya Ukraynayê hejmara telefon û emailekê li ser malpera xwe belav kir ku dayikên leşkerên rûsî bikaribin xwe bighînin agahiyên der barê zarokên xwe yê dilgirtî de.