Rojhilata Navîn û cîhanê pêşketinên mezin hene. Cîhan di demek gelek xeternek re derbasa dibe. Şerê Ûris û Ûkraynayê berfireh û girêdayî vê yekê şerê Rûsya û NATO’yê kûr dibe. Herî dawî Ûkraynayê bi hemleyek nû şer qeliband nav axa Ûrisan. Ev di şerê dikeve sala çaremîn de merhaleyek nû ye. Ûris an dê şer pêlek din bilind bike an jî dê bandora xwe di astek mezin de winda bike. Hêza Ûrisan çiqas e û dê refleksek çawa nîşan bide, di demek kin de dê diyar bibe. Lê rastiya heyî Ûris li hemberî NATO’yê bêmecal dixuye.
Li aliyê din şerê Filistîn û Îsraîlê jî bi kuştina Îsmaîl Haniye kete merhaleyek din. Li paytextê Îranê û di bin ewlehiyek qewî de Haniye hate kuştin. Ev ji bo Îsraîlê çiqas prestîjek mezin be; ji bo Îranê jî ew qas têkçûna prestîjê ye. Îran jî wekî Ûris an dê vî şerê derbasî merhaleyek nû bike an jî dê bandora wê ya li ser alîgirên wê û netew dewletên herêmê qels bike. Îsraîl ji şer re amade ye û Netenyahû bi biryar e ku heta dawiyê biçe. Lê li hemberî vê yekê Îran her çiqas gefên mezin bixwe jî bi xwe re nabîne ku bi Îsraîlê re bikeve nav şer. Îhtîmalek mezin dê gavek rewşê îrade bike, bavêje. Lê Îsraîl dê gaven mezintir bavêje.
Hêzek din a dixwaze Rojhilata Navîn tevlihev bike jî dewleta tirk e. Bi xeyalên Osmaniyan dixwaze Kurdistanê bi tevahî bike mêtingeha xwe. Her wiha hewl dide ku destûr nede di kaosa kûrevî de gelê kurd mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe. Ji bo kurd ji vê pêvajoyê fêdeyê negire serî li hemû rêbazan dide. Hemû hêza xwe li hemberî kurdan bi cih kiriye û li sê perçeyên Kurdistanê êrîşî gelê kurd dike. Heta darbeyek giran nexwe jî dê ji vê polîtîkayê gav paşve neaveje. Hina bi taybetî bi êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê dixwaze encam bigire.
Di pêvajoyek wiha de gelê kurd bi firsend û tahûkeyên mezin re rû bi rû ye. Li aliyekê firsendên ji kaosa Rojhilata Navîn û kûrevî bigire; li aliyê din jî talûkeya bi destê dagirkeriya tirk bi komkujiyê re rû bi rû bimîne. Di demek wiha dîrokî, girîng û xeternak de hêza sereke ya li ber xwe bide jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo wê Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê bi alîkariya hêzên derveyî re niha êrîşî Tevgera Azadiyê dikin. Iraq û Tirkiye peymanên nû çêdikin, Tirkiye dixwaze tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya Başûr dagir bike, Îran hem li Rojhilat û hem jî bi rejîma Sûriyeyê re li Rojava êrîşan giran dike.
Di demek wiha de divê gelê kurd bi rih û can li dora Tevgera Azadiyê bibe xelekek ji berxwedanê. Tifaqa xwe ya navxweyî xurt û şerê parastinê yê di pêşengiya Tevgera Azadiyê de bilind bike. Ji bo tifaqa navxweyî berî her tiştî divê pîvanên welatparêziyê bi bîr bîne û li ser hemû hêzên kurd ferz bike. Îro PDK û mala Barzanî bi aşkere xiyanetê dimeşîne. Wekî piyonên dewleta tirk pêşengiya tevkujiya gelê kurd dike. Tu şerm û ar bi PDK û mala Barzanî re nema ye. Divê gelê kurd berî her tiştî li hemberî xiyaneta bêsînor û PDK’ê derkeve, sînor û hedê wê nîşan bide. Nexwe xiyanet hindî biçe dê normal bibe û ev yek tê wateya mirina gelê kurd.
Pîvana sereke ya welatparêziyê li dijderketina li hemberî xiyanetê ye. Heta welatparêzek li dijî xiyanetê dernekeve ne dikare samîmî bibe û ne jî dikare bibe welatparêz. Kurdek berî li dijî xiyanetê derkeve, behsa welat, rizgarî û serxwebûnê bike, bi zanîn an jî ne zanîn xwe dixapîne. Ji bo wê îro wezîfeya sereke ya gelê kurd ew e ku li dijî îxaneta PDK û mala Barzanî derkeve û hedê wan, sînorê wan nîşan bide û xetên welatparêzî û neteweperweriyê cardin bikişîne. Ji bo vê çend pratîkên PDK’ê yên demên dawî bes in.
PDK’ê carekê Kerkûk firot û darabeyek girana li pêşeroja Kurdistanê da. Niha gelê kurd cardin refleksek nîşan da û waliyek kurd hilbijart. Lê PDK ji ber ku wali ne ji PDK û mala Barzanî ye, derqanûnî îlan kir. Bi devê faşîzma tirk diaxive û polîtîkayên dewleta tirk dimeşîne. Bi çeteyên girêdayî dagirkeriya tirk ên li Kerkûkê re hewl dide kaosê derbixe. Hewl Kerkûkê bi tevahî ji destê gelê kurd derbixe. PDK bêyî şerm bike, bi xiyanetek bêsînor niha piyoniya dagirkeriya tirk dike. PDK li Rojava jî heman tiştî dike. Bi destê ENKS’ê li dijî statûya Rêveberiya Xweser, çand û zimanê kurdî derdikeve. Li dijî perwerdehiya kurdî derdikeve û li şûna wê perwerdehiya Baasê dixwaze. PDK li Rojava jî sînorên xiyanetê nas nake.
Xiyaneta herî mezin jî li hemberî Tevgera Azadiyê dimeşîne. Bi artêşa dagirker re mil bi mil êrîşî fedayiyên Kurdistanê dike. Hemû derfetên gelê kurd ji bo dagirker û faşîstên tirk pêşkêş dike. Bi vê yekê jî namîne, hewl dide fermanek nû li ser êzidiyan bimeşîne. Bi destê beşek meleyên xwefiroş li dijî êzidiyan banga tevkujiyê dide kirin. Bi hezaran êzidiyên li Duhok û Hewlêrê bi tirsa komkujiyê cardin koçber dibin. Mînakên xiyaneta PDK û mala Barzanî bi rêzkirinê naqedin. Ji bo wê her kurdên bi wijdan divê ji bo hebûna kurd û Kurdistanê li dijî xiyanetê derkeve û helwesta xwe nîşan bide. Yên ku helwesta xwe ya li hemberî xiynetê zelal nîşan nedin, alîgir û nîvekarên vê îxanetê ne. Riyek din nebûye û nabe.