11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kî aştiyê naxwaze?

Eger hikûmet û dewlet aştî û çareseriyê dixwazin, çima hîn balafirên şer ji Amedê radibin, çima Zap, Metîna Xakurkê û Garê bombe dikin, çima kurdî li dayikan qedexe dikin, çima gelê tirk danakevin kolanan û daxwaza aştiyê nînin ziman...?

Me 1ê îlonê roja aştiya cîhanê li pey xwe hişt. Di du rojên dawîn de li Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Êlih, Semsûr, Îdir, Agirî, Erzirom, Antalya, Xarpêt, Mêrdîn Çewlîg, Dêrsim, Sêrt, Colemêrg, Şirnex, Dîlok, Stenbol û Amedê kurd bi meş û mîtîngan daketin qadan û aştî xwestin. Wekî her sal dîsa di 1ê Îlonê de kurd daketin qadan. Kurdan bi dowîz, pankart û dirûşmeyên xwe, aştiyek bi rûmet û demokratîk xwestin. Xwestin ku êdî polîtîkayên înkar, îmha, şerê taybet bi dawî bibe. Xwestin ku êdî dewlet mafê kurdan ên ziman, çand, nasname, siyaseta demokratîk, rêveberiyên herêmî qebûl bike. Xwestin dewlet kiryarên xwe yên li dijî gelê kurd qebûl bike û lêborîna xwe bixwaze.

Dema em ji destpêka sala 2025an heta niha binerin, mirov dikare wêne û nexşeya gavên aştiyê xêz bike. Di vê pêvajoyê de li ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya cotmeha 2024an; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bersîv da. Bi gaveke dîrokî ku bandorê li hemû cîhanê dike, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Xwest êdî şer bi dawî bibe û siyaseta demokratîk pêş bikeve. Ji bo vê yekê xwest aliyên şer erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Bang li herdu aliyan kir. Lê tenê aliyekî gavên şênber ên ku aştî û çareseriyê dixwazin avêt. Kurdan di çend mehên dawî de gavên dîrokî avêtin.

Piştî vê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, PKKê bersîv da û kongreya xwe pêk anî. Xwe fesix kir û biryara çekberdanê da. Dîsa li ser bangê di 11ê Tîrmehê de bi merasimeke heybet û dîrokî li Silêmaniyê komek endamên PKKê di pêşengiya Hevseroka KCKê Besê Hozat de çek şewitandin û peyam dan cîhanê ku dê êdî guleyê neteqînin. Li ser vê yekê dipêşengiya DBP, TJA û DEM Partiyê de bi hezaran civînên gel hatin li darxistin û girîngî û wateya aştî, siyaseta demokratîk û civaka demokratîk hat vegotin.

Piştî wê di 1ê Îlonê de bi deh hezaran kurd li bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê daketin qadan. Bi meş û mîtîngan daxwazên xwe yên aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk anîn ziman.

Lê aliyê din ê şer, heta niha gavên şênber ên aştî û çareseriyê neavêtiye. Dijberî vê yekê gavên ku di şer, înkar û îmhayê de israr dike davêje. Heta şeva din gelek balafirên şer ên F-16 ji Amedê rabûn. Yên ku bawer nakin dikarin bên rojekê li taxa tenişta balafirgehê bibin mêvan dê rastiyê bi çavên xwe bibînin û bi guhê xwe bibhîzin. Eger aştiyê dixwazin çima her roj balafirên şer radibin. Di 1ê Tebaxê de Komeleya Çand û Ziman a Avesta mohr kirin. Di 20ê Tebaxê de zimanê kurdî li Dayikên Aştiyê xedexe kirin. Eger aştî û çareseriyê dixwazin çima zimanekê kurdan li kurdan qedexe dikin. Di navbera 8 û 31ê Tebaxê de ÎHA û SÎHA bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê geriyan û keşif kirin.  Bi dehan caran bi çekên giran herêm bombebaran kirin. Daristan şewitandin. Herêmên qedexe îlan kirin. Zimanê siyasetê û çapemeniya dewletê zimanê ku rastî û heqîqetê berovajî dike û şer sor dike. Di 1ê Îlonê de ji bo aştiyê tu civîn, meş û mîtîng li dar nexistin û daneketin kolanan.

Gelo wê demê dê aştiyeke yek alî çawa pêş bikeve. Aliyek ji bo aştiyê bi her awayî amade be û gavên şênber bavêje, lê aliyê din jî di polîtîkayên înkar û îmhayê de israr bike dê aştî çawa pêş bikeve?

Her çend komîsyon li meclisê bê avakirin jî, eger komîsyon heta niha neçûbe Îmraliyê û bi muxatê meseleyê Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê nekiribe,  ev aştî dê çawa pêş bikeve? Di van 6-7 mehan de dibînin ku yên herî zêde aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikoşin gelê kurd e.

Lê dijberî vê yekê hikûmet û dewlet di şer, înkar û îmhayê de israr dikin. Wê demê divê saziyên civakî û rêxistinên demokratîk bêtir rista xwe bilîzin. Parazvanên mafên mirovan bêtir zextan li dewletê bikin.