21 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Keyhan Mihemednijad: Li Îranê hemû deng tên qutkirin

Rojnameger Keyhan Mihemednijad der barê mafên mirovan ên li Îranê de wiha got: “Li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê tiştek ku wek mafên mirovan bê pênasekirin tune ye. Her dengek azad, rojnamegerek serbixwe, çalakvanek û hwd. ên li Îranê tên bêdengkirin û her roj bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovî li Îranê tên tomarkirin.”

Bi salane şerê di navbera Îran û Îsraîlê bi awayên cur be cur didome. Lê Îsraîlê di 13ê hezîranê de bi êrîşên hewayî rewşa şer guhert. Piştî êrîşên Îsraîlê Îranê jî bi heman awayê êrîş kir. Şerê di navbera herdu dewletan de piştî çend rojên ku ji herdu aliyan jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da agirbest hat îlankirin.

Di pêvajoya şer de jî û piştî agirbestê jî Îranê zextên xwe yên heyî yên li ser welatiyan zêde kir. Em der barê rewşa mafên mirovan a li Îranê, nêzikatiya li dijî kurdan û neteweyên din, rewşa girtiyan û cezayê darvekirinê ku bi hinceta sixûriyê li welatiyan tê birîn bi rojnameger û endamê Saziya Mafê Mirovan a Hengawê Keyhan Mihemednijad re axivîn.

Wek tê zanîn piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de li Îranê gelek kes bi tometa sixûriya ji Îsraîlê re hatin girtin. Li gor daneyên di destê we de heta niha li Îranê bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê çend kes hatine girtin?

Di 13ê hezîrana 2025an de, Îsraîlê êrîşê ser binkeyên leşkerî û navkî yên Komara Îslamî ya Îranê kir û piştre jî Îranê bi mûşekan bersiv da û êrîşê. Şerê di navbera wan de 12 rojan berdewam kir û pişt re agirbestek li ser destê welatê Amerîkayê di navbera van du welatan de hat kirin.

Di heyama şer de û piştî agirbestê, girtina hemwelatiyan li Îran û nemaze li rojhilatê Kurdistanê berdewam bûye û ji destpêka şer ve heta niha, herî kêm hezar hemwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin. Pêka raporên amarî yên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heta vê gavê nêzî 350 welatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin ku piraniya wan bi tohmetên “hevkarîkirin bi Îsraîl û Mosadê” re hatine girtin.

Ev welatî bi kîjan hincetê bi tohmeta hevkariya bi Îsraîl û Mosadê re tên sucdarkirin?

Piraniya hemwelatiyên hatine binçavkirin bi tohmetên wekî “sîxurî bo Mosad, piştgirîkirina medyayî ji Îsraîlê û têkdana raya giştî” hatibûn girtin. Herwiha pêka hin çavkaniyên xwecihî yên Hengawê, gelek kes tenê ji ber çalakiyên wan li nav torên civakî, şîroveyên li ser şerê Îran û Îsraîlê yan jî rexnekirina siyasetên navxweyî, ji aliyê navendên ewlehî ve hatine girtin.

Herwiha di vê pêwendiyê de, berpirsên dadwerî yên Komara Îslamî terheke nû ya du alî pejirandin û di vê terhê de hatiye gotin ku “ew kesên ku di dema şer an rewşên ewlehî de wêne û dîmenan ji bo medyayên biyanî bişînin, dê bi 15 heta 25 sal girtîgeh û qedexekirina hertimî ji xizmetguzariyên hikûmetî werine sizadan”.  Serokê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî, Muhsênî Êjeyî, di dema şer de fermana dadgehîkirin û sizadana demildest a girtiyên ku bi tohmetên pêwendîdar bi Îsraîlê hatine girtin, dabû.

Jixwe jin li Îranê di bin zilmeke mezin de ne. Rewşa jinan li Îran û rojhilatê Kurdistanê piştî şer çawa guherî?

Jin bi giştî li Îranê ji hêla maf ve hatine bêparkirin û hertimî rastî cudahiyan û binpêkirina mafên xwe ji aliyê navendên hikûmetî ve tên. Pêka raporên Hengawê li berdewamiya pêla girtina berfireh a hemwelatiyan piştî şerê Îran û Îsraîlê zêdetirî 40 jin li seranserê Îranê hatine girtin ku 27 kes ji wan jinên kurd bûne û piraniya wan jî bi tohmeta “hevkarîkirin bi Îsraîl û Mosadê re” hatine girtin.

Li gorî amara mehane ya Saziya Mafê Mirovî Hengawê derheq binpêkirina mafê jinan li Îranê, tenê di heyama meha hezîrana 2025an de, aliyê kêm 12 çalakvanên jin hatine girtin û 14 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Ev amare tenê ya meha borî ye ku nîşanderê binpêkirina mafê jinan li Îranê ye û çawa dengê çalakvanên jinan têne serkutkirin e.

Te behsa girtina gelek kesan kir. Di nav kesên ku hatine girtin de çend kes bi darvekirinê re rû bi rû mane?

Piştî ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de dest pê kir û heta piştî şer amara darvekirina girtiyên sizayî zêde bûye û heta çend girtî jî bi darvekirinê hatine sizadan; Di vê derheqê de li rêkefta 16ê hezîranê heta 25ê hezîranê 6 girtiyên siyasî ji wan sê girtiyên kurd, bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê” hatine darvekirin. Heta termên wan jî bi malbatên wan re nehate radestkirin.

Sê girtiyên siyasî yên kurd yên bi navên Azad Şucaî, Îdrîs Alî (her du jî xelkê Serdeştê) û Resûl Ehmed Resûl (xelkê bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê) ku berê bi tohmeta hevkarîkirin bi Îsraîlê re hatibûn girtin, roja 25ê hezîrana 2025an, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.

Herhisa li gorî rapora Hengawê, 13 kes ji girtiyên siyasî ku li tevgera “Jin Jiyan Azadî” li rojhilatê Kurdistanê hatibûne girtin, ji aliyê Degeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta hevkarîkirin bi Mosadê re bi darvkirinê hatine sizadan; Çend kes ji van girtiyane bi çend car darvekirinê hatine sizadan. Rizgar Babamîrî, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî, Kawe Salihî û Teyfûr Babamîrî, Ciwanmêrd Mam Xusrewî, Ehmed Mamezade, Salar Daxdar, Siyamek Eynî, Hêmin Kirmanc, Celîl Mewlûdî, Husên Husênzade û Soran Ezîzzade ji wan girtiyên kurd ên siyasî ne ku bi tohmetên wekî “miharibe û hevkarîkirin bi Îsraîl û Mosadê re û endamê partiyên kurdistanî” li ser hev bi 12 sizayê darvekirin û 219 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan.

Wek tê zanîn hejmara girtiyên li Îranê zêde ye. Rewşa girtiyan a ewlehiyê çawa ye?

Girtîgeh di welatên dîktarorî de çaleke tarî ye ku girtî tê de bi sedan şêwazên cur bi cur tên îşkencekirin û gelek caran jî di bin îşkenceyên di nav diwaran de canê xwe ji dest didin. Di girtîgehên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de jî, girtî rastî îşkenceyên dijwar ên laşî û derûnî tên û gelek caran jî neçar in di bin îşkenceyan de li dijî xwe îtirafên bi zorê û bêbingeh bikin. Her li berdewamiya serkutkirina berfireh a welatiyan li dema şer û piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de li girtîgehên Îranê, girtiyekî kurd ê bi navê “Fuad Elîxanî” yê xelkê bajarê Mayeştê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku bi tohmeta hevkarîkirin bi Îsraîlê re hatibû binçavkirin, di 21ê hezîrana 2025an de hatibû girtin û roja 23yê hezîranê û piştî du rojan di bin îşkenceyên dijwar ên hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest da. Hengawê vê demê li gorî çavkaniyên xwe li navxweyê welat nivîsîbû ku, nîşanên şînbûnê li ser hemû laşê Fuad Elîxanî hatiye dîtin û perasûyên wî jî hatibûne şikestin. Ev girtiyê kurd berê di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin û piştî mehekê ji girtîgehê hatibû berdan.

Em ji bo mafên mirovan ên di nav sînorên Îranê de dikarin nirxandineke çawa bikin?

Li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê tiştek ku wek mafên mirovan bê pênasekirin tune ye. Her dengek azad, rojnamegerek serbixwe, çalakvanek û hwd. ên li Îranê tên bêdengkirin û her roj bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovî li Îranê tên tomarkirin. Di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, zêdetirîn haletên binpêkirina mafên mirovî li Îranê hat tomarkirin ku hêzên Îranê pêleke berfireh ji girtina hemwelatiyan girtine berahîka xwe û gelek caran xelkê sivîl û avahiyên wan wekî mertal bikaranîn û herwiha li ser hemû rêyên hatin û çûnê yên fermî û nefermî xalên lêkolînê danîbûn û tevî lêpirsînkirin gelek caran bi awayên fîzîkî bi xelkê asayî re reftar dikirin. Yan li ser sînorên Kurdistanê her kolberek bihatiba dîtin bi awayên rasterast didane ber guleyan û ev binpêkirinane heta niha jî her berdewam in.

Heta Dozgeriya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sine kurte nameyên nivîskî ji welatiyan re şandibûn û hişdarî dabû wan ku nîşandana kêfxweşiyê li ser torên civakiyê tawan tê hesabkirin û lipeyketinên yasayî hene û gef li welatiyan hatibû xwarin li derheqê helwestên wan yên der barê şerê Îran û Îsraîlê.

Li gor daneyên heyî di şerê di navbera Îran û Îsraîlê de çend kes jiyana xwe ji dest dan?

Bi giştî li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li heyama şerê Îran û Îsraîlê de gelek kes hatine kuştin. 98 kes ji xelkê sivîl û zêdetirî 600 kes ji hêzên leşkerî, saziyên pêwendîdar bi Spaha Pasdaran û yan persenolên ser bi rêkxistinên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.

Di nav kuştiyên şerê Îran û Îsraîlê de malbatên endamên payebilind ên hikûmetî jî bêpar nebûn û 8 kes ji hemwelatiyên sivîl yên hatinî kuştin ji malbatên endamên payebilind û kadroyên Spaha Pasdaran bûn.

Ji 98 kesên sivîl ku di heyama şer de canê xwe ji dest dabûn 38 jin hene. Herwiha yek ji van qurbaniyan hemwelatiyekî afganî ye. Li gorî amarên Hengawê, li encama êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê herî kêm 26 zarok hatine kuştin. Yek ji wan zarokan 2 mehî yek jê jî 7 mehî bû û ji hemûyan mezintir jî 17 salî bûye. Ji vê hejmarê 19 zarok li parêzgeha Teharanê, 4 zarok li parêzgeha Îsfehanê û 3 zarok jî li parêzgeha Loristan, Qum û Xûzistanê hatine kuştin.

Piştî serhildana Jin Jiyan Azadî û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de tu xwerêkxistinkirina di nava civakê de çawa dinirxînî?

Komara Îslamî ya Îranê sebebkarê hemû karesat û krîzên li Îranê ye û civaka neteweyên li Îranê ber bi çendîn aliyan ve biriye. Di rewşa niha de civak bo ser du qatan hatiye parvekirin, qata hejar û qata sermayedar; Qata hejar di hewlê de ye ku debara jiyana xwe û malbata xwe dabîn bike, qata sermayedar jî di hewlê de ye sermayeya xwe biparêze û dahata xwe zêde bike û di rastî de ji vê qata sermasedar re qata bêhelwest an jî “qata gewr” tê gotin, yanî xwe nade çi aliyê û zêdetir di hizr û fikra dahat û sermayeya xwe de ye. Lê qata hejar neçar e ji bo baştirbûna jiyanê, hemû rêyekê biceribîne; xwerêkxistinek jî hebe di nava qata hejar de ye û hewl dide ji kêmtirîn derfetan sûd wergire bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember hikûmetê.

Me di şoreşa Jin Jiyan Azadî de jî dît ku piranî ji qata hejar û bêzarbûyî ji Komara Îslamî bûn ku xwenîşandan kirin. Her lewma xwerêkxistinkirin di nav civakek wiha de ji hemû hêlan ve heye, lê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê jî, piçûktirîn dengê nerazî û xwerêkxistinekê serkut dike û zêdetir dixwaze tirs û xofê di nav civakê de pêk bîne ku kes nekare hem xwe rêk bixe û hem dengê nerazûbûnê bilind bike.

Zext ji bilî neteweya kurd herî zêde li ser kîjan neteweyê ango civakê pêk tê?

Neteweyên bindest ên li di nav sînorên Îranê û bin desthilata Komara Îslamî ya Îranê de ji bilî farsan, pênc neteweyên din hene wekî; kurd, belûç, tirkemen, ereb û tirkên azerî. Lê di hemû rewşan de kurd û belûç rastî zêdetirîn zext û serkutê tên û me di şoreşa Jîna Emînî (Jin Jiyan Azadî) de jî ew yeka bi ronahî dît ku zêdetirîn qurbaniyên vê şoreşê kurd û belûç bûn.

Piştî şerê Îran û Îsraîlê jî amar wê yekê bi zelalî aşkere nîşan dikin ku neteweya kurd yekem neteweye di nav Îranê de rastî zêdetirîn zext û serkutê hatiye. Ji darvekirina girtiyên siyasî ve bigire heta kuştin di bin îşkenceyê de û girtina zêdetirî 350 welatiyan. Milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê û bikaranîna nexweşxaneyên li Kirmaşanê û dibistanên keçan li Serdeştê wek mertalekê li hember êrîşên Îsraîlê û kuştina kolberan li ser sînorên Kurdistanê li heyama şerê Îran û Îsraîlê û piştî şer, nîşanderê tundbûna zextan û serkuta netewa kurd e.

Hengawê dawî amar ji girtina hemwelatiyan li Îranê di heyama şer û piştî şer de belav kiriye ku tê de parêzgeha Kirmaşanê bi 127 haletên binçavkirina welatiyan di rêzbenda yekem de ye û piştî vê, parêzgeha Xûzistan ku yek ji parêzgehên ereban e bi 100 haletên binçavkirina hemwelatiyan di rêzbenda duyem de ye û piştî vê parêzgehê jî dîsan her parêzgeha Urmiyê li rojhilatê Kurdistanê ye ku 91 welatî hatine girtin û piştre dor digihe parêzgeha Tehranê ku navenda şer jî bû; Ger wisa ye zêdetirîn zex li ser kurdan bûne û piştre jî neteweyên dinê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê