Rojekî dapîr li malê ye. Bûk jî li ber kewarê ye. Dapîrê jê re behsa nokan kiriye. Bûk xwe li nezaniyê daniye û jê re gotiye: “Nok çiye xaltî? Nizanim bê ka nok çilo ne!”
Qesem bi navê axa qedîm bikim, nizanim derba kîjan hêzê ye ku xwe di laşê min de bi cih kiriye. Heyran heke ez inirîbim, bila inirî di min de biwerime.
Tu bi serê nan û ava xwe dikî, tu çi dipelixînî? Ew çi ye? Tu dê bi min da bikî? Ji ser û piyan dûr be.
Tu dixwazî xwe ji min rizgar bikî qey? Te ez şibandim miriyê welatê Misirê. Ji bo qeyrana aboriyê bi dawî bike, Erdoxan li Misirê ye; dê min ji Sîsî bixwaze heyran!
Xwe li ser nezaniyê dirêj neke. Civakê jî weke min navê xwarin û vexwarinê ji bîr kiriye. Bi serê gorê nekim, do rewş çawa bû, îro jî wiha ye.
Ez ê niha vebêjekî berdim beroşa te ya vala. Tu jî wî li roja me ya niha bifesilîne. Li gor zimanê vebêjan, dapîreke destgirtî hebûye li gundekî Kurdistanê. Dapîr, di serdema êrîşên dagirkerên Kurdistanê ku xelayekî goştê mirov bi mirov daye xwarin de jiyaye.
Vêca ji bo ku wê jiyanê dubare nejî, zadê xwe di kewaran de bi cih kiriye. Lê qeyrana aboriyê li Kurdistanê qet bi dawî nebûye, tim bi zikê birçî di qebrê de hatiye dirêjkirin weke roja îro.
Bi du kodik nîsk û nokan kurê xwe zewicandiye li welatekî birçî.
Êdî bûka malê jî, mîna bermalî û kevaniyên din, rojên xwe bi fîstanê xwe ve dirûtiye.
Her roja ku xesiya wê çûye çolê ew jî li ber kuna kewara nokan rûniştiye û qîr û hawara aşika xwe bi nokan aş kiriye.
Kê hefsarê nefsa xwe şidandiye ku bûka malê jî nefsa xwe bişidîne ezgorî? Mirov li ser nimêjê ye, nefsa wî li pêşiya wî ye. Welhasil.
Rojekî dapîr li malê ye. Bûk jî li ber kewarê ye. Dapîrê jê re behsa nokan kiriye. Bûk xwe li nezaniyê daniye û jê re gotiye: “Nok çiye xaltî? Nizanim bê ka nok çilo ne!”
Xesûya wê jê re gotiye: “Keça min ca hinekî xwe bihejîne, ji kewarê hinek nokan derxîne, hingê tu dê nokan jî bibînî.”
Tu jî serê çilkê binê çilkê derziya xwe di min re neke heyran, mexsûs wer dibêje!
Bûka malê dema ku kuna kewarê vedike, ji bilî hilma hundir ji kunê tiştekî dîtir nehatiye dîtin.
Bûkê jê pirsiye: “Ka nokên te xaltî?” Diçe ji cihekî din, çend nokan tîne diavêje ber wê û jê re dibêje:
“Qey tu korî! Ne li ber çavê tene!”
“Wişşşş yadê ev çin e?”
Jê re gotiye: “Nok ev in keça min, ev in ha!”
Bûkê gotiye: “Çima difina nokan wiha xwar e xaltî? Heyran ez ji wan ditirsim.”
Xesûyê gotiye: “Me têr dike.”
Bûk jê dipirse: “Serpêhatiyeke wê heye ne xaltî?”
Xesûyê gotiye: “Belê heye.”
Xwesiya wê vegotiye:
Nok û nîsk hilbûne sînga hev. Fistiqê xwe gihandiye hawara wan. Pirsa “Hûn çima şer dikin?” pirsiye. Nîskê gotiye:
“Wê ez di tir û fisan de xeniqandim” Fistiq, pirsa “Çi ji nokê dixwazî?’ pirsiye ji nîskê. Nîskê jî gotiye: “Min jê re gotiye, rojê çil fisa bike, wê jî qebûl nekiriye û xwe xeyîdandiye”
Fistiqê jî gotiye: “Ji te xeyîdiye. Ji xeydanê difina wê jî wiha xwar bûye”
Nokê jî gotina wê erê kiriye. Wê rojê û vê roje, difina wê wiha xwar e bûka min.”
Bûkê pirsiye: “Nok çavkaniya tir û fisên me ne xaltî?”
Xesûya wê rahiştiye şonikê û jê re gotiye: “Te jî ez ji bêhnan fetisandim.”
Daye pey wê û jê re gotiye: “Ya dîzê nokan; yan jî mala bavê!”
Wê jî gotiye: “Difina nokan xwar e, ez jê ditirsim.”