Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn di Adara 2023yan de navenda xwe li kantona Reqayê vekir. Li navendê ji bo pêşxistina behreyên jinên ciwan ên di qadên hunerî de wekî şêwekarî, muzîk, stran û govendan û zindîkirina çand û hunera herêmê xebat tê meşandin.
Koma govendê ya Palmîra wekî yek ji projeyên vê navendê ye. Komê bi hunerên xwe yên ku nasname û çanda dewlemend a Firatê îfade dike û hafîziya gel bi rêbazekî nûjen û pêşketî zindî dike mohra xwe li gelek mîhrîcanan xist. Koma Palmîra navê xwe ji bajarê dîrokî yê Tedmûr (Palmîra) girtiye, ji 12 endaman pêk tê ku temenên wan ji 15 sal û jor de ye.
Koma Palmîra ji dema damezirandinê ve di çalakiyên mezin wekî Cejna Newrozê, Roja Jinan a Cîhanê, Mîhrîcana “Behreya me”, Festîvala Şehîd Berçem û Festîvala Fîlmên Jinan a Nûjiyan de beşdar bû. Endamên komê bi cilûbergên xwe yên ji çanda Reqayê yên bi navê “hebarî” ruhê çand û nasnameya herêmê nîşan dide.
Rêvebera Navenda Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Semer Cuma ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û diyar kir ku endamên komê bi awayekî pispor li ser cûreyên govendan û nermbûna bedenê tên perwerdekirin û hinek ji wan gihîştine astekê ku perwerdeyan didin. Semer Cuma destnîşan kir ku di destpêka damezirandina komê de gelek zehmetî derdiketin û wiha anî ziman “Yek ji wan zehmetiyan hişmendiya hin malbatan ên ku nedixwest keçên wan govendan bikin, lê belê bi baweriyê û bi têkiliya domdar a bi civakê re bend hatin qetandin û kom pêş ket.”
Semer Cuma di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinên ciwan kir ” Şerm neke û dudilî nebin. Navenda Hîlala Zêrîn ji we re vekirî ye. Em li vir in da ku piştgiriyê bidin we û we pêş bixin. Ji bo pêkanîna xewnên we em gav bi gav bi we re ne. Em di wê baweriyê de ne ku jin dikarin afrîner bin û huner jî yek ji amûrên herî xurt ên ragihandina azadiyê ye. ”
Endama komê Îsra Îbrahîm bal kişand ser tevlêbûna xwe ya nav Koma Palmîrayê û wiha axivî: “Destpêkê min şerm dikir ku ez behsa komê jî bikim. Lê belê mamosteya me min perwerde kir û bi min bawer bû. Piştî demekê min êdî bi bawerî û serbilindî govend dikir. Dema em ji dil govendê dikin, temaşevan jî vê yekê dibîne û têkiliya me bi wan re dibe têliliyeke rastîn û bi bandor.”
Mîra El Mesûd a ku ji salekê ve tev li komê bûye diyar kir ku destpêkê tirs hebû, lê bi saya piştgirî û handanê min qeyd derbas kirin. Her wiha da zanîn ku nêzîkatiyên erênî yên ku temaşevanan nîşan dida bûn sedem ku baweriya wê bi wê xurtir bibe.
Di dawiya gotina xwe de Mîra El Mesûd got: “Ji bo her keçeke xwedî xewn û behre, dudilî nebe, bi gavekê dest pê bike û piştre tu yê bibînî ka te çi guhartin di jiyana xwe de pêk aniye. Navenda Hîlala Zêrîn ji bo jinên ku dixwazin guhartinê di jiyana xwe de pêk bînin û xwe îsbat bikin, vekirî ye.”