Dibe ku di tu qeydên şaristanî û dewletan de bi zelalî behsa çand û bermahiyên çandî yên kurdî nekin. Lê di rastiya xwe de dema em lê dikolin bi zelalî dibînin ku pergala reqs û muzîka kurdî çanda herî zindî û hunerî ya Rojhilata Navîn e.
Di her kêliya dîrokê de em rastî gelek daneyên xurt ên çandî tên. Em dibînin ku ji xweber çand pêş neketiye û geş nebûye. Her pergal û rêveberiya civakê di warê çand û hunerê de pêngavên cuda bi xwe re tînin. Hin tişt bi zanebûn pêş dikeve, hin tişt jî bi xwezayî. Em bala xwe didinê bav û kalên kurdan ku di demên kevnar de hiyerarşiya xurt dîtine, ji hev cudabûna çînî ya kûr derneketine. Herçiqas hiyerarşiya wan xurt be jî qelsiya veqetandina çînan ji bandora koçeriya eşîrtî ya li çiyan tê. Civakên eşîrî, weke komên xizmtiyê, nahêlin ku koletî di nava xwe de pêş bikeve. Her wiha koletî berhema şaristaniya bajarî ye ku ev di civaka kurd de nayê dîtin. Lê ev heye ku civakên hevgirtî bi xwe re çandeke civakî diafirîne.
Em bala xwe bidinê di civaka kurd de hêmanên folklorê bi piranî destan in. Ji ber ku destan qehremantiyê îfade dike, bi îhtimaleke mezin ew ji serdema hiyerarşîk ve mane. Li aliyê din awazên destan ên wekî Mem û Zîn, Memê Alan û Derweşê Evdî koka wan heta muzîka Sumeran diçe. Dîsa, dibe ku ew afirînek ji eşîrên hûrî yên 4 hezar sal berî zayînê ne ku bi rêya Sumeran heta roja me ya îro hatine. Di encama lêkolîn û daneyên heyî tê dîtin ku pergala muzîka kurdî ya herî kevnar a Rojhilata Navîn e. Ev yek bi serê xwe jî girîngiyekê li çanda kurdî bar dike.
Hebûna kurdan, muzîk û lîstik
Dibe ku di tu qeydên şaristanî û dewletan de bi zelalî behsa çand û bermahiyên çandî yên kurdî nekin. Lê di rastiya xwe de dema em lê dikolin bi zelalî dibînin ku pergala reqs û muzîka kurdî çanda herî zindî û hunerî ya Rojhilata Navîn e. Ev jî rastiyeke ku mirov dikare hebûna kurdan a dîrokî bi piranî di muzîk û lîstikên wan de bibîne. Her wiha gengaz e ku mirov çavdêriyên bi vî rengî li ser pozîsyona jinan, şêwazên cil û berg û hûrguliyên tevgerê jî bike. Lewma jî dema em lê dinêrin, em dibinin ku esaleta kurdan ji demên kevnare tê. Xwezaya dijwar a çiyayan û hertim berxwedana li dijî dagirkeriyên hovane, di pêkhatina vê esilzadeyê de xwedî dîrokeke dûrûdirêj û roleke bingehîn lîstiye. Ev rol û misyona dîrokî bi di bingeha xwe de çand û hunera kurdî jî parastiye û gihandiye roja me ya îro.
Bandora şaristaniyan
Gelê kurd di her serdemê de hebûna xwe, çand û hunera xwe parastiye. Bi şaristaniyin ku li herêmê xurt û serdest re gelek caran li hev û aş, gelek caran jî bi hev re di nav şer û pevçûnênekê de bûne. Tê fêhmkirin ku serdema Helenîk mohra xwe li derbasbûna Serdema Navîn xistiye. 3 hezar berî zayînê, Abgar a ku navenda wê Riha ye, Komagene ya ku navenda wê Samosat Sermûr e û Padîşahiya Palmîra ya li Sûriyeyê xwedî taybetiyên mîna hev in û xwedî bandoreke xurt a Helenî ne. Ya rast ew mînakên herî geş ên senteza rojhilat-rojava ya yekem a dîrokê ne. Lê di nav van şaristaniyan de rol û misyona çanda kurdî mirov nikare ji nedîtî ve bê.
Ev şaristaniyên ku heta dagirkirina Romayê berdewam kirin (hilweşîna Palmîra ya paşîn P.Z. 269) qonaxek girîng a pêşveçûna herêmê nîşan dide. Em ji xebatên lêkolînî yên ku derketine holê jî dizanin ku gelê kurd bi çand û hunera xwe bi folklor û muzîka xwe li herêmê diyarker bûye. Berhemên dîrokî yên li Riha, Nemrûd û Palmîra ji vê serdemê û rastiyê tên.
Civak çanda xwe diparêz e
Dîsa dema ku em bala xwe didine Pêywendiyên van şaristaniyan bi kurdan re xurt in. Di vê serdemê de em dibînin ku aramî û helenî wekî du zimanên hevrik derketine holê. Kurd, li hemberî van şaristaniyên ku bi piranî li ser riyên bazirganiyê serdest in piranî derdora xwe bi cotkarî û koçeriyê ava dikin. Bermahiyên vê serdemê heta îro jî hene. Biyanîbûna navendên bajaran û kurdbûna gund û koçerên derdorê, dubendiyeke diyalektîkî çêdike. Her çiqas şaristanî hewl bide ku çanda civaka xwezayî tune bike û li gorî xwe çandê pêş bixe jî ev wiha hêsan nîne. Civak çanda xwe diparêze û li gorî taybetmeniya xwe pêş dixe.
Di civakê de bawerî
Di warê bawerî de jî civak li gorî taybetmendiyên xwe bawriya xwe dijîn. Piştî zayînê di sedsala 3’yemîn de ku Împaratoriya Sasaniyan dest pê kir, serdestiya kurdan neguherî. Baweriya Zerdeştî bingeha sereke ye. Di wê serdemê de ji aliyê Manî ve hin nûbûn û hewldanên baweriyeke sentez pêş dikeve (di navbera salên 210-276’an de). Manî bi afirandina sentezekê ji hemû olên serdemê û çêkirina avahîya zihniyeta bingehîn a Împeratoriya Roma û Sasaniyan re armanc dikir ku aştî û ronesansê biafirîne. Lê ew rastî xezeba rahîbên Zerdeştî yên kevneperest hat û hat kuştin. Li gel vê jî weke xeteke zihniyeteke xurt heta îro şopên xwe hiştiye. Ji xwe dema em bala xwe didinê belavbûna ola xirîstiyantiyê jî bi vê serdemê re derbas dibe. Bi taybetî Riha û Nisêbîn navendên herî xurt ên xirîstiyanan ên wê serdemê bûn û bandor li ser gelê kurd kirin. Xirîstiyanî bi awayekî qismî tê jiyîn. Hebûna Zerdeştî di nav Sasaniyan de rê li ber serkeftina xirîstiyantiyê digire. Ji xwe piştre bi hatina îslamiyetê re, şax û mezhebên ol û baweriyan jî zêde dibin. Ev yek jî rê li ber heyîna pir baweriyan a di nav kurdan de vekir û heta roja me ya îro jî berdewam e.