Geliyê Godernê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî, bermahiyên xwe yên dîrokî, cûreyên dewlemend ên nebatan û cihêrengiya dewlemend a jiyanê tê naskirin, ji ber Bendava Sîlvanê roj bi roj tune dibe. Ji ber bendavê ku hêj neketiye meriyetê û di asta çêkirinê de ye, li gelek deverên navçeya Farqînê ya Amedê pir hatin avakirin. Ji ber bendavê wê gelek gund di binê avê de bimînin. Bedewiyên xwezayî yên li Geliyê Godernê jî hêdî hêdî bi betonê tê tunekirin.
Li gorî nûçeya ANFê li qada ku pir têne çêkirin ji ber teqînên bi dînamîtan zerareke mezin li Taşkopru (Pira Kevir) a dîrokî bûye. Pira ku nîvê wê hilweşiya, tê restorekirin. Pira ku nayê zanîn bê çi bi kevirên wê yên xwezayî bûye, bi kevirên spî yên sexte tê restorekirin. Tê îdîakirin ku kevirên wê yên dîrokî hatine dizîn.
Ji ber Bendava Sîlvanê ku ji sala 2010an û vir ve dewam dike û tê payin bibe bendava duyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê, li herêmê wê zêdeyî 50 gund di nava avê de bimînin. Gundên ser bi navçeyên Pasûr, Farqîn û Licê wê li gel zeviyên xwe yên çandiniyê di bin avê de bimînin. Karên ji bo avakirina bendavê dewam dikin. Beşeke mezin a navçeya Pasûrê wê ji ber bendavê di binê avê de bimîne.
Ji bilî Geliyê Godernê, bendav wê bibe sedem ku li Tejaneya çemê Pasûrê jî av kom bibe, lewma li sê baskên navçeyê wê hişê civakî tine bike. Ev bendav ku li gel jiyana mirovan û heywanan wê qadên dîrokî jî ji holê rake, aqûbeta ku bi serê Heskîfê hat wê bîne serê herêmê. Gundî ji ber vê yekê bi fikar in. Li qadên ku karê çêkirina bendavê lê tê meşandin qirkirineke mezin a ekolojîk heye.
Talan û wêrana li ser herêmê
Weke gava destpêkê jî li qadên ku pir li Geliyê Godernê bêne çêkirin, qereqol hatin avakirin. Di bin çavdêriya qereqolan de jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Li derdora gelî û nêzî wê bi hezaran dar bi destûra midûriyeta daristanan hatin birîn û firotin. Piştî birîna daran, ji bo danîna hîmên pirê dînamît li herêmê hatin teqandin. Ji ber teqînê jî hem li gelî, hem li Pira Kevir a dîrokî hem jî li gundên nêzî zerar li malan bû. Li pira dîrokî hin kevir jê ketin, her wiha dîwarê hin malên gundiyan jî derizîn. Piştî xisara li herêmê bû hate ragihandin ku pir wê bê restorekirin û li trafîkê hate girtin. Pira ku di salên 1920î de ji aliyê Ermenan ve hate çêkirin û li gel her tiştî jî li ser piyan ma, bi teqînên dawî re xisareke mezin dît.
Kevirê pirê li tune ne
Li pir a dîrokî restorasyonekê destpê kir ku li rastiya wê ya dîrokî nayê. Di restorasyonê de hate dîtin ku aliyê Pasûrê yê pirê bi temamî hilweşiya ye û kevirên li çavekî wê jî ne li şûna xwe ne. Pir bi kevirên nû yên dûrî ji cewhera wê ya dîrokî tê restorekirin û nayê zanîn bê kevirê wê yê berê li ku ne, çi bi wan hatiye kirin. Xebatkarên ku di lêkirina pirê de dixebitin dibêjin; “Pir hilweşiya, em restore dikin; ji xwe wê di nava avê de bimîne. Em nizanin bê kevirên wê li ku ne, lê belê hemûyan zerar dîtin.”
Wêneyê dawî yê ji pira ku tê restorekirin tê dîtin bê dîrok çawa tê tunekirin.