Aştî, ne tenê nebûna şer e, di heman demê de ew hişmendiya ku rûmetê ji kesan û hevsengiyê ji civakê re vedigerîne. Bi pêkanîna aştiyê di nav civakan de dadwerî geş dibe, deriyên diyalog û aramiyê vedibin. Di civakên ku her dem dengê qeyran û şeran tê de bilind bûye, aştî dibe kevirê bingehîn ê jinûveavakirinê. Ya ku kevirê bingehîn ê aştiyê di nav civakê de datîne, felsefeya wê serwer dike pêşengtî û têkoşînê jê re dike jî jin e. Jinên ku ji ber şer û qeyranan, ji ber alozî û nearambûnê berdêlên giran dane, bûne avakarên aştiyê.
Endama Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Ayşe Efendî û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê Ayhan Mûrad ku du jinên têkoşer ên ji rojavayê Kurdistanê ne û her dem bûne pêşengên bidestxistina aştî, mafên jiyan û rûmeta gel, têkildarî aştî û girîngiya pêkanîna wê di nav civakê de, nêrînên xwe bi rojnameya Xwebûnê re par ve kirin.
Dayika Şehîd Şervan û Endama Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Ayşe Efendî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Li hember binpêkirin, dagirkirin, mêtingerî, qirkirin û kuştina civakan, aştî pêwîstiyeke bingehîn e. Hişmediya paşverû ya baviksalar hiştiye ku civak her dem di nav qeyran û şeran de derbas be. Kesên ku herî zêde ji van şeran bi bandor bûne jî jin û zarok in. Di 50 salên dawî de, her dem jin, bi taybetî jî jinên kurd, rastî tundî, zilm û zordestiyê hatine. Lê tevî wê jî ji ber ku cewhera jinê girêdayî aştiyê ye, ew bûye avakara civakê û pêşenga serwerkirina wê aştiyê. Me got li hember binpêkirin, zext, zordarî, dagirkirin, mêtingerî, înkar, qirkirin û tunekirina civakan, aştî pêwîstiyek e. Lê aştiyeke çawa? Pêwîstî bi aştiyeke demokratîk ku her kes bikaribe cihê xwe di nav vê aştiyê de bigire heye. Bi taybetî di vê serdemê de, ji bo dawî li her rêbazên tundiyê were dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê berzkirin. Bi serxistina felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dikare deriyek nû li ber avakirina civakan vebike ku bi sedan sal in di nav şeran de difetisin.”
‘Divê aştî pêk were’
Ayşe Efendî li ser pêvajoya aştiyê ya 27ê sibatê û nameyên ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye wiha axivî: “Abdullah Ocalan bi pêngava 27ê sibatê re careke din vîna jinan a bilindkirina asta têkoşînê û israra wan a pêkanîna aştiya civakî zêde kir. Ji ber van hewldanên wî eger Xelata Nobelê were dayîn, divê ji bo rêber Ocalan bê dayîn. Ji ber ku yê li hember şer aştî hilbijart û li hember tunekirinê naskirina gelan hilbijart, Rêbertî bû. Em weke dayikên êşkişandî ku me parçeyek ji kezeba xwe ji bo aramî û aştiyê da, em nameyên ku rêber Ocalan dişîne silav dikin. Em weke dayik naxwazin careke din dilê dayikan bişewite. Êşa dayik û jinan yek e. Her jinek ji ber qeyran û şerên niha rû didin qurtek ji êşê vexwariye. Ji lewra ji bo ev êş careke din di dilê dayikan de kûr nebe divê aştî pêk were. Bi parastina nirx û têkoşîna jinên ku bûne lêgervanên azadiyê, dê hesreta aştiyê ku bi salan e ji civakan dûr maye, misoger bibe.”
Bingeha civaka demokratîk
Yek ji pêşenga Şoreşa Rojava û hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ayhan Mûrad jî di destpêka axaftina xwe da zanîn ku bingeha avakirina civaka demokratîk misogerkirina aştiyê ye û wiha got: “Eger mirov bixwaze civakeke demokratîk ava bike divê xeta sereke ya vê avakirinê dabînkirina aştiyê be, bêyî aştiyê ne civak ne jî jin dikarin çav li pêşerojek azad bigerînin. Bi taybetî dema ku em vedigerin dîrokê û li destpêka mirovahiyê dikolin em dibînin ku ya civak ji helandinê rizgar kiriye, dadwerî, lihevkirin, çareserî, azadî û aramî di nav malbatê de belav kiriye jin e. Bi qasî ku mêrê serdest hişmediya xwe ya serdestiyê, kolekirin, xerakirin û diziyê belav kiriye bi qasî wê jin têkoşîna jiyaneke bi ewle kiriye. Her dem ji bo jinûveavakirinê jin bi jiyanê re ketiye nav pêşbirkê, ji ber vê yekê kevirê bingehîn yê aştiyê jin e. Eger daxwaz û nêrînên jinan esas neyên girtin dê krîzên di civakan de kûrtir bibin û wêranî her serdest be.”
‘Jin cewhera civakê vedijînin’
Ayhan Mûrad di berdewamiya nirxandinên xwe de anî ziman ku, divê jin bibin mîmarê aştiyê û cewhera civakê ya ku jê hatiye dizîn careke din vejînin. Wê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hatina Tevgera Azadiyê re êdî rê li ber jinan vebû ku careke din li dîroka xwe vegerin û wê vejînin. Îro tevî hemû planên qirkirin û tunekirinê jî jin bûne mamosteyên zanîn, siyaset, birêvebirin û biryardayînê. Îro jin bi heman daxwazê têkoşîna sîstemêm kapîtalîst û yên desthilatdar ku bûne sedema hilweşandina civakan û mezinkirina şeran dike. Bi sedan jinên pêşeng bi armanca bidestxistina aştiyê canê xwe feda kirin û heta roja îro wî ruhê mezin dikin. Ji ber ku aştî pêwîstiyeke jiyanê ye, bêyî wê azadî nayê bidestxistin. Divê em bibin mîmarê aştiyê û cewhera civakê ya ku jê hatiye dizîn careke din vejînin.”
Mezinkirina têkoşînê
Ayhan Mûrad di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li rojavayê Kurdistanê û got: “Em wek jinên rojavayê Kurdistanê me ji ber rêjîmên serdest gelek êş û jan kişandin. Lê îro bi saya têkoşîn û berxwedanê em sîstemeke demokratîk, azad a li ser bingeha aştiya civakî bi rê ve dibin. Ji bo êdî şer bi dawî bibin, zarok bi kêfxweşî bijiyan û jin nebin qurbanên siyasetên desthilatdaran, divê em nimûneya li rojavayê Kurdistanê bikin mala tevahî cîhanê û di şexsê jinan de azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê pêk bînin. Tecrûbeya ku îro jinên Rojava bi dest xistiye, dikare bibe stûnek ji bo mezinkirina têkoşîna ji bo aştiyê.”
