Navbêna Delavê Dengiza (Mezra me, gundikê me yê vê dawiyê, ku niha vala ye, hatiye şewitandin. Wek ku dilê min ji hesretê şewitiye) û Dengiza (Gundê me yê mezin, hesreta min î mezin ku ew jî mîna dilê min hatiye şewitandin) pênc kîlometre ye. Yanî bi meşê saetek e, lê peyarêk jî hene. Me carinan di nîv saetê yan jî di bîst deqîqeyî de xwe digihand gund. Min got li gorî seansê, yanî, bîstûpênc deqîqeyan xwe bipivîm. Çawa derba ewil li min ket ez ê ji Delavê Dengiza bidim rê, helbet di xeyala xwe de, gelo heta dawiya seansê ez ê negihêm gund, ez ê negihêm Dengiza. Lê ez ê rê bînim bîra xwe, bêje kevir bi kevir, fitlonek bi fitlonek, heta ku hate bîra min, tevî metelok û çîrokan.
Beriya ku ez li ser dezgeh dirêj bikim, hemşîreyê got; “Gava ku tu pir êşiyayî işaret bike. Ez ê makînê bisekinînim. Bêhna xwe vede, ez ê dawiyê bidomînim. Derba dinê mirov ji rûyê te, ji qijilandina eniya te fêm dikir ku tu diêşî, lê te işaret nedikir. Îjar wisa meke. Ne şert e ku li ser hev derba li te bidin. Bi tevayî bîst û pênc deqîqe bes e.”
“Temam. Min digot qey navbêndan qenc e.”
“Na. Tişt nabe. Xwe neêşîne.”
“Spas.”
Eyar û amadehî temam bûn. Çawa derba pêşî li min ket, rêwîtiya min jî destpê kir.
Mala me li Delavê Dengiza ye.
Delavê Dengiza li herêmê ciyekî stratejî ye. Ji Mêrdînê mirov tê û mirov ber bi Stewrê, Midyadê, Êlihê û Cizîrê ve diçe. Riya xelkûalêmê ya kevn e. Yeke dinê jî mirov ji alî Omeriya tê (peyatî, ne bi erebeyan) û ber bi Sûrgiçya ve diçe. Diçe Deşta Barava, Amedê, Silîva, Êlihê û Xerzan. Rêya qaçaxçî, mehkûm û rêbîran. Niha jî ji bonî gerîla pir girîng e.
Ji alî Başûr mirov ji Omeriya û Mihelmiyan tê, berê mirov li Sûrgiçya; Dengiza, Ewîna, Dêrîş û Kunzêrîb (Quzêrîb) e. Riya Mêrdîn jî di newalê re ji alî Başûr tê ser aşê Kunifir û tê li ber mala Silkê Qereçî û Delav dizîvire û berê xwe dide Stewrê. Rê dibe Rojava û Rojhilat. Cîhê rêbirên kevn. Vê derê çi diye çi nediye. Ku berê mirov li alî Stewrê, li Rojhilat be, rêya Dengiza-Ewîna li alî Bakur dikeve. Hemberî wê Çemê Stewrê ye. Av li vira fireh dibe, dibe delavekî xweş. Navê delav; Delavê Dengiza ji vira tê. Delav: dev digihê avê (ji bonî ajalan xweşrihetî, nizm î bih); Gola Elo, Sikra Çîmento, ber sikrê, Delav, kortê, rêza keviran, cîhê cilşoyan, Himama Hecî Izêr. Ax ku zimanê vira hebûya û bipeyiviya!
Em li ser destê çepê, li alî bakur vegerin. Mala me û xalê min Îsa û malên me giştûk, jixwe pênc mal in, li ser destê çepê dimînin. Berê vê derê erd û warê Mala Hecî Zilfo bû. Berê me li Dengiza ye. Berê ev dera ser bênderan bû. Bênderên Çem. Biharî bi nîsanan, pîqelaç û serspî dixemilî, ilim jî bi nîsanan sor dibû. Aliyê destê rastê camiya bavê min e. Mala Mele û kenêra me. Goristan û erd û rêya Dengiza ya kevn.
Ser bênderên çem, warê bîranînan, bîranînên min î pîr û dilovanî. Dilê min hilnîne ku ez kûr bibim, qal bikim. Binya malên me, mala me; dara gwîzê, tû û herwekî din. Gelo niha hûn çawa ne. Min pir bêriya we kiriye. Gelo we jî bêriya min û hogiran kiriye?..
Ya dêlya min î hewşê!..
De ka em bimeşin.
Ser destê çepê erdê xalê min Îsa û Hecî Dewrêş. Pişta wan Rezê Xelîlko, Xelîlkê Silêman. Peyarêka Çem, di wira re diçe, meriv diqulipe ser Nezarê Îniko, datê Kevirê Mîzê. Rê pir kin dike. Peyarêka Çem di nav hîm û tehtikan şiva rêkeke tenik e. Sêwrûxeyala wê nayê gotin. Derdor jê pir xweş dixuye. Di nav Erdê Hecî Dewrêş jî şantiye heye ya (Qereyolî), Saliho anî bîra min, li wir dişixulî.
Hey gidî dinya. Saliho (Xwêdan-Ebûbekir) kurê Xalê min Îsa Rêber û Doxanê Silkê (Dijwar) Xidirê me (Kendal). Erê sala 1995. Te çiqas hogirên me ji me sitendin. Mîna kulîkan ketin erdê, xwe li xaka xwe pêçan. Hezar xweziya min bi wan. Her çi be!
Em meşa xwe bidomînin.
Ser destê rastê Mala Hecî Dewrêş, berê ya apê min Hecî Qadiro bû, erdê Mala Hecî Xelîl, niha yê Hecî Dewrêş e. Û em ketin fitila çem. Pirek mezin rêya nû, mezin û fireh e. Rêgeha kevn û nuh hebikî veguherî ye, lê newal heman e.
Divê ez tiştina li ser Fitila Çem bibêjim.
Wexta ku em li Dengiza dijiyan, havînê ava me nedima. Me dihat li Delavê cil dişûştin. Cilên me dixistin şala kayê, davêtin ser kerê, dişidandin. Em zarok jî datanîn ser. Serê sibehê berê me diket tava sibê, çavên me venedibû. Carin jî em ji xewa beyanê şiyar nedibûn. Lê ku em bigihana fitila çem, em pir şiyar tevdigeriyan. Me kerê xwe diajot (ço û hey ço…) dida çargavan. Mîna pêşbaziyekê! Bê ew ê kî di pêşiya kê keve û ewilî serê dehlan, dehlan bibîne. Kerên me xwe di berhev radikirin, şal li hev diketin. Carinan jî diqetiyan an jî em diqulipîn erdê… Me ji keran re digot; “Ber re, ber re… Mîrato/ê ber re!..” Yanî di ber re here, xwe lê nexe, carinan jî xwe li bena rezan û erdan jî nexe. Ku kê ewilî dehl (spîndar), çem bidiya, ew serkeftina wî bû!.. “A va dehl, a va dehl. Min dît!”
Li ser fitila çem çîrok û vegotin pir bûn.
Lê kewên vê derê pir bi nav û deng bûn, qaqîna wan pir xweş, her qaqibo dixwestin, qada şer û cengê, wek kilamên dengbêjan. İlim jî sibehê û êvarî.