Koordînasyona Hîlala Zêrîn di 24ê kanûnê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku hunermend Nîhal Ay (Sîdar Andok) li Rojavayê Kurdistanê jiyana ji dest daye. Ji bo Nîhal Ay li mala sersaxiyê ya Çêrmûgiyan a li navçeya Peyasa Amedê duh sersaxî hatibû danîn û serdana sersaxiyê tê kirin. Serdan di roja duyemîn de didome.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endam û rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DBP, aktivîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li sersaxiya hunermend Nîhal bûn. Heyetê ji malbata Nîhal Ay re sersaxî xwest. Di sersaxiyê de fatîha û dua hatin xwendin.
Serdanên welatiyan a ji bo sersaxiyê berdewam dikin.
