10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn Bayindir: Statuya kurdan nas bikin

Keskîn Bayindir got: “Êdî gelê kurd li erdnîgariya xwe aştiyek bi rûmet dixwaze. Dixwaze bi ziman, çanda xwe, bi nasnameya xwe bijî. Êdî banga me li hemû muxalîf û muxalefetê ye. Wê dîrok daxwaz û berxwedana gelê kurd binivisîne. Divê parlamento biryarek naskirina îradeya gelê kurd bistîne.”

Di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî’ bi pêşengiya Saziyên Platforma Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ tê lidarxistin. Meşê duh li Amedê dest pê kiribû. Meşvan li navçeyên Sêwreg û Hîlwanê yên Rihayê ji aliyê rêveberên DBP, DEM Partiyê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziya li her du navçeyan rêwiyên ‘Azadiyê’ berê xwe dan navenda Rihayê. Meşvan li Parka Alî Şelî ya Rihayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseya ku hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên demokratîk di nav de hebûn bênavber dirûşmeyên, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana gelê kurd’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Girseyê dovîzên wek ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘An azadî an azadî’, ‘Tecrîd berdewam dike’ hatin hildan.

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û got: “Meşa me ji bo çareseriyek demokratîk û azadiyê ye. Ji Amedê heta vir hêzên desthilatdariyê rengê xwe nîşan dan. Dixwazin her cure çalakî û meşa me asteng û qedexe bikin. Heke çareseriyek demokratîk li pêş bikeve, hûn ê bi vê astengiyê û qedexeyan bigihîjin çi encamê. Lê hûn bi vê nagihîjin tu encamê. Me di rewşek krîtîk de vê meşê da destpêkirin. Li ser serê Rojava şerê cîhanê tê meşandin. Em şer û dijminatî roj bi roj ber bi deriyê kurdan ve tê. Navenda vî şerê nû û desthilatdaran gelê me û erdnîgariya me ye. Bi pêşengiya gelên azadîxwaz û kurd jiyanek nû li Rojava pêş ketiye. Ev hêzên desethilatdar bi destê çeteyan dixwazin destkeftiyên gelê kurd têk bibin. Bila baş bizanibin gelê bakurê Kurdistanê û gelê kurd ên cîhanê wê dagirkeriya we qebûl neke. Em ê tu carî van êrîş û dagerkeriya we qebûl nekin.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku Rojava û Sûriye mifteya çareseriyê ye û axaftina xwe wiha domand: “Heke hûn wê erdnîgariyê, destkeftiyên gelê kurd û statuyê binpê bikin, armanca we şer û neyartî ye. Ji ber ku Rêveberiya Rojava 13 sal in peyam dide Tirkiyeyê û dinyayê, dibêje: ‘Em rêveberiyek bi pêkhateyan re dixwazin li ser axa xwe jiyanek azad û nû bijîn, em li vî welatî aştiyê dixwazin’. Lê desthilatdadriya AKPê bi destê çeteyan her tim şer bi rê ve bir. Ji bo çeteyan amadekariyek şer a nû kir.”

‘Statuya kurdan nas bikin’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ji Rihayê bang li destilatdariyê û hemû cîhanê dikin û wiha got: “Em ji haziriya we ya şer re dibêjin na, li şûna vê haziriya wekheviyê bikin. Haziriya kuştin û talanê nekin. Haziriya naskirina statu û îradeya gelê Rojava û gelê kurd bikin. Daxwaza me naskirina statu û destkeftiyên me ne. Lê hûn her tim şer li pêş dixin. Dixwazin şer, kuştin û dagirkerî li pêş bixin. Em vê qebûl nakin. Dinya jî vêya qebûl nake. Dinya hemû statuya Rojava nas dike. Lê tenê Tirkiye statuya Rojava nas nakir. Lê kêleka me xwişk û birayên me bi şer re rû bir û ne. Gelê Kurd li ku bijî dil û ruhê wan yek e. Ji bo destkeftiyên xwe ji bo zimanê xwe û ji bo statuya xwe wê her tim li ser pêya be û xwedî derkeve. Wê li dijî polîtîkaya we ya dagirkeriyê derkeve. Ev statu mafê gelê kurd e. Em çi dibêjin berovajî vê; hûn berê avê berjorî dikin. Lê hûn baş bizanibin hûnê bi ser nekevin. Me li dijî dagirkeriyê û ji bo çareseriyê vê meşê da destpêkirin.”

Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Em çareseseriyê nîşan didin. Ji van qirkirinan û polîtîkayên înkarkirinê re êdî dibêjin êdî îhtîmala çareseriyê û wekheviyê heye. Navnîşan û rêya vê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan e. Rêzdar Ocalan her tim bi sekna xwe li dijî şer derket. Em dibêjin çarenûsa gelê kurd bi azadiya rêzdar Ocalan ve girêdayî ye. Ev meş çareseriya îradeyê ye. Lewma astengî ji vê meşê re dernexin. Divê hûn pêşî li dagirkeriyê û şer bigirin, pêşiya me negirin.”

‘Dem dema çareseriyê ye’

Keskîn Bayindir bang li muxalefet û aştîxwazên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê yên aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin. Êdî gelê kurd li erdnîgariya xwe aştiyek bi rûmet û azadiyê dixwaze. Dixwaze bi ziman, çanda xwe, bi nasnameya xwe bijî. Navnîşana vê çareseriyê û aştiyê diyar e. Êdî banga me li hemû muxalîf û muxalefetê ye. Wê dîrok daxwaz û berxwedana gelê kurd binivisîne. Divê êdî li her cihî meseleya kurd were çareserkirin. Divê parlamento biryarek naskirina îradeya gelê kurd bistîne. Êdî dem dema azadî û çareseriyê ye.”

 ‘Îro roj roja yekitiyê û tifaqê ye’

Keskîn Bayindir banga yekitiyê û tifaqê li gelê kurd kir û di dawiyê de wiha got: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin; îro welatê me û hebûna me di qonaxek dîrokî de derbas dibe. Êdî kurd ne bê rêxistin, bê rêber û bê tevger in. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi reng û dengê xwe bijîn. Dem dema yekitî û tifaqa gelê kurd e. Çareserî li her derê ji gelê kurd re lazim e.”

Piştî daxuyaniyê, şande ji komê veqetiya û dê şandeyek serdana Xelfetiyê, şandeyek serdana Pirsûsê û şandeyek jî serdana Baroya Rihayê bike.