31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn Bayindir: Divê ku dewlet bersiv bide banga rêzdar Ocalan

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan êdî bi awayekî fîzîkî ve azad bibe û got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayîn.”

Pîrozbahiya Newroza Wanê li ber Keleha Wanê hat lidarxistin. Bi coşeke mezin berdewam pêk hat. Di pîrozbahiyê de stranbêj Arhat û Rojda derketin ser dikê û coşa gel derxistin asta herî jor.

Siyasetmedar derketin ser dikê û peyamên girîng dan.

Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û wiha got: “Em vê Newrozê bi mizgîniyekê pîroz dikin. Me ev mizgînî ji Îmraliyê ji birêz Ocalan re anî. Di demeke ku tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye qada şer de, birêz Ocalan rêyeke nû vekiriye. Îro ji Wanê heta Edîrneyê her kes li vê pêvajo xwedî derdikeve. Heta ev pêvajo bigihe aştiyê em dê li cem birêz Ocalan bin. Hezar silav ji Birêz Ocalan re. Banga Civaka Demokratîk wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye.

Hişyariya sabotaj û provokasyonan

Em dibêjin maf, edalet, hiqûq, nasname û zimanê gelê Kurd. Yên ku hewl didin van hemûyan sabote bikin, divê firsend neyê dayîn. Em ji kesên ku vî welatî bi rê ve dibin re dibêjin; bila vê firsendê ji dest bernedin. Em dizanin ku yên hewl didin vê pêvajoyê bixetimînin hene. Operasyon tên kirin û tayînkirina qeyûman heye. Ev hemû sabotaj û provokasyon e. Em hesasiyetên hev bibînin ji ber ku ev bihar wê bibe bihareke din.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî derket ser dikê û axivî. Hatimgoûllari bang li deh hezaran kesên li qadê kir û binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kir.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Dema em vê dikin, wan li Stenbolê operasyon kir. Operasyona ewil li dijî Lihevkirina Bajar kirin. Anku li dijî HDKê kirin. Dibêjin ku Kurdên li Stenbolê dijîn nikarin tev li rêveberiya bajar bibin. Tevî we jî dê her Kurdê li Stenbolê dijî tev li rêveberiyê bibe.

Banga Ocalan banga rizgariyê ye

Em xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Ev bang, banga aştiyê ya Kurd û Tirkan e. Silav ji Kawayan re, ji Mazlum Dogan, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan re. Ev banga banga wergirtina mafên gelê Kurd e. Banga pêkvajiyana li ser zemîna hemwelatiya wekhev e. Banga kedkar û karkeran e. Banga vekirina qada azadiyê ya jinan e û banga ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Divê herî zêde jin xwedî lê derkevin. Birêxistinkirina civaka demokratîk, peywira me jin û ciwanan e. Ev bang, banga rizgariya 85 milyon welatiyan e.

Divê dewlet wezîfeya xwe bi cih bîne

Em spasiya xelkê Wanê dikin ku her 14 şaredarî jî bi dest xist. Lê îradeya we hate xespkirin. Hevşaredarên me serfiraziya gel û me tevan e. Birêz Ocalan di banga xse de her wiha bal kişand ser gelên Rojhilata Navîn. Niha jî li Sûriyeyê Elewî û Durzî tên qetilkirin. Tekane rêya rizgariyê ya Sûriyeyê komara demokratîk e. Em bang li îktîdar û aqilê dewletê dikin, ji her çar aliyên bo banga birêz Ocalan piştgirî hte dayin. Divê dewlet peywira xwe bicih bîne û gavan biavêje. Em dibêjin bila xwîn bisekine û aştî bibe. Xwezî bi wan ên hewl didin aştiyê bînin vî welatî.”