Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) lêkolîneke li ser rewşa kedkarên cameweriyê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Li gor encamên lêkolînê ji sedî 59 karker di bin sînorê xizaniyê de dijîn, ji sedî 83 deyndar in û ji sedî 98,4 jî dibêjin ku ew ji berê xizantir in.
KESK’ê lêkolîna xwe li ser 3 hezar û 225 kedkarên cameweriyê pêk anî. Navoser dahata kedkarên ku tev li lêkolînê bûn 6 hezar û 614 TL e.
Di her qadên kar de newekheviyeke di navbera mûçeyên jin û mêran de heye. Mêr 419 TL ji jinan bêhtir digirin.
Ji sedî 16 karkerên ku di cemaweriyê de dixebitin ji 5 hezar û 500 TL kêmtir, ji sedî 23 kedkar di navbera 5 hezar û 501 û 6 hezar TL’yî de, ji sedî 22 kedkar di navbera 6 hezar û 6 hezar û 500 TL’yî de, ji sedî 21 kedkar di navbera 6 hezar 501 û 7 hezar TL, ji sedî 6 kedkar jî di navbera 7 hezar û 7 hezar û 500 TL’yî de mûçe digirin.
Di nav kedkarên cameweriyê de ji sedî 90 karkerên jin di biniya 7 hezar TL’yî de mûçe digirin. Ji sedî 59 kedkarên cameweriyê xizan in.
Jî sedî 98,4 kedkarên cameweriyê di lêkolînê de diyarkirin ku ew li gor berê xizantir bûne.