Bi pêşengiya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê têkildarî zêdebûna enflasyonê li pêşiya avahiya TUÎKê ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên şaxên girêdayî KESKê, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “TUÎK destê xwe ji berîkên me derxe û hejmar sexte ye, gendelî rast e” hat hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên “Em ê teslîmî derewên TUÎKê nebin”, “Em ê mehkûmê sefaletê nebin”, “Dê kedkar hesap ji AKPê bipirsin”, “Em dixwazin jiyaneke mirovî bijîn” û “Bijî têkoşîna me ya rexistinkirî” hatin berzkirin. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozer ve hat xwendin.
Guneş Ozer di daxuyaniyê de rexne li zêdebûna enflasyonê kir û got ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hejmarên rastî bi raya giştî re parve nake. Guneş Ozer diyar kir ku bacên dewlet werdigire jî hemû ji berîka gel û kedkaran derdikeve. Guneş Ozer anî ziman ku budçe bêtir ji bo çekan tê veqetandin û gel jî xizan dibe.
Guneş Ozer destnîşan kir ku ew wekî şaxên endamên girêdayî KESKê ji vir diqîrin û got: “Em bi vê pergala koletiyê qebûl nakin û em ê hînî vê pergalê nebin. Hînbûn tê wateya qebûlkirina pergalê. Dem ew dem e ku em ji vê xizanî û birçîbûnê re bêjin bes e. Werin em li dijî vê pergala ku bi salane xizaniyê li ser me ferz dike, mil bidin milê hev û li dijî wê bisekinin.”
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtim Senê ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç jî axivî û got: “Tevî daxuyaniyên TUÎKê jî xuya dike ku dê hin tiştan bi zorê bi me bidin qebûlkirin. Em ê jî bêdeng nemînin û vêya qebûl nekin. Em ê weke kedkarên endamên KESKê di 14ê mehê de bi awayekî giştî dest ji kar berdin û grevê lid ar bixin.”
