Keşîşxaneya Mar Şalîta ya li gundê Dizê yê Colemêrgê ku di serdema Nastûriyan de hatiye avakirin, ji ber bêxwedîbûn û texrîbatên gencînegeran li ber tunebûnê ye. Keşîşxane, ji aliyê welatiyên herêmê wek Dêra Çiya yan Dêra Kerîser tê binavkirin. Der barê dîroka keşîşxaneyê de agahiyeke zelal nîne.
Keşîşxane, li ser rêya Zozanê Spîxanê di berpala zinarekî asê yê Newala Cîloyê de hatiye avakirin. Dema Qirkirina Ermenan de Nastûran jî ji neçarî koç kirin û ji ber vê yekê keşîşxane bêxwedî ma. Di vê demê de warên dîrokî winda bûn û gencînegeran jî her derê keşîşxaneyê kolandin û xera kirin. Ji ber nebûna xebatên restorasyonê û nebûna biryarên parastinê, wêrankirina keşîşxaneyê di nava salan de mezintir bû. Bi demê re, ji keşîşxaneyê tenê dîwar man. Niha jî ev keşîşxane li ber tunemûnekê ye.