17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kesên ku zimanê dayikê dizanin zûtir entegreyê derdor dibin’

Cîgira Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Almanyayê Jiyan Kizildogan got: “Zarok û ciwanên bi zimanê dayika xwe baş dizanin, dikarin zûtir û baştir entegreyê civak, xebat û derdorê dibin.”

Qeyrana li Rojhilata Navîn bi taybetî bandora xwe li ser kurd û Kurdistaniyan dike. Di van salê dawî de bi deh hezaran malbat û ciwanên kurd mecbûr man ku ji welatê xwe koçber bibin û ji welat, ziman û çanda xwe dûr bîminin. Piraniya kurdên koçber, berê xwe dane Almanya û di nava zahmetiyên  mezin de li vir bi cih bûne. Pirsgirêka herî mezin ku di entegrebûnê de derdikeve holê, sedemek jê jî  çavkaniya xwe ji tunebûn an jî qelsbûna zimanê dayikê digire. Di qadên civakî de jixwenebawer, di dibistanê de neserkeftîbûn û bi van ve girêdayî derûniya ku bi taybetî di zarokan de ava dibe vediguherê travmayê. Ji ber vê yekê, her mamosteyekî kurd tenê ne mamosteyê ziman e; di heman demê de rista pêdegokî û derûnînasiyê jî dikeve ser milê wan.

Der barê mijarê de em bi Cîgira Serokê YMKê Jiyan Kizildogan re axivîn.

Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Almanyayê çawa hat damezrandin û armancên we yên sereke çi ne? 

Yekitiya Mamosteyên Kurd a li Almanyayê (YMK) di sala 1993yan de hatiye avakirin û karê perwerdeya zimanê kurdî dike. Armanca YMKê, parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ye. Bi alîkarî û hevkariya YMKê li gelek bajarên Almanyayê dersên zimanê kurdî hatine destpêkirin û berdewam dikin. Mamosteyên endamên YMKê, li gelek dibistanên Almanyayê dersên kurdî didin. YMK li ser zimanê kurdî, 30 pirtûkên dersê û yên alîkariyê çap kirine û çendîn pirtûkên din amade ne ji bo çapê. Eger derfetên darayî hebin em ê wan jî bidin çapkirin. Herwiha ji ber pêwîstiya serdemî û hebûna dersên digîtal me komîsyonek taybet ji bo afirandina meteryalên dijîtal ava kiriye û heta niha çendîn kar û xebatên hêja encam dane û mamosteyên me wan jî di dersan de bi kar tînin.

Li Almanyayê perwerdehiya zimanê kurdî di çi astê de ye? Hûn di vî warî de kêmasiyên çawa dibînin?

Di salên dawî de li ser zimanê dayikê, duzimanî û pirzimaniyê gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û encamên wan hatine ragihandin. Li gorî lêkolîn û agahdariyên zanyar, zimanzan û pedagogan, gelek encamên erênî yên zimanê dayikê û pirzimaniyê hene. Li gorî dabeşkirina zanyaran, kêrhatinên pirzimanî û zimanê dayikê, ji aliyên derûnî, civakî, akademîk, çandî û aborî ve hatine destnîşankirin.

Hinek ji wan encaman ev in:

Zarok û ciwanên bi zimanê dayikê dizanin, li gorî yên nizanin, nasname û çanda xwe baştir nas dikin.

Zarokên bi zimanê dayikê dizanîn li gorî yên nizanin; bêtir dibin xwediyên kesayetiyeke serbixwe, bixwebawer, bextewer û serkeftî.

Zarokên bi zimanê dayika xwe baş dizanin, dikarin zimanên din jî zûtir û baştir hîn bibin.

Zanîna zimanê dayikê bandoreke erênî li ser dersên beşên din ên wek bîrkarî, dîrok, erdnîgarî hwd dike.

Zarok û ciwanên bi zimanê dayika xwe baş dizanin, dikarin zûtir û baştir entegreyê civak, xebat û derdorê bibin.

Kesên bi zimanê dayikê û pirzimanan dizanin, dikarin berfirehtir bifikirin û di têkiliyên civakî de bêtir serkeftî bin.

Zarokên bi zimanê dayikê dizanin, têkiliyên wan yên malbatî baştir in, ew û malbatên xwe baş ji hev fêm dikin û bêtir li hev dikin.

Zarok û ciwanên bi zimanê dayikê dizanin, li gorî yên din bi gelemperî di têkiliyê civakî û aborî de bêtir serkeftî û xwedî derfet in.

Bi gelemperî li Almanyayê, dema ku dê û bav bixwazin, dikarin li dibistanan dersên zimanê kurdî bi fermî bên dayin. Niha li 6 eyaletên Almanyayê; Berlin, Bremen, Niedersachsen, NRW, Rheinland-Pfalz û Brandenburgê dersên zimanê kurdî bi fermî tên dayin. 34 mamoste, dersên zimanê kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) li 40 bajar û 97 dibistanên seretayî û navîn didin. Hejmara xwendekarên beşdarî dersên kurdî, ji polên 1-10an bi giştî nêzîkî 3 hezar û 500 kes in. Ji bo qeydkirina zarokan, forma qeydê dikare li dibistanan bê peydakirin. Ji bo ku li dibistanekê dersa zimanê kurdî bê dayin, li gorî herêman divê ji 15-18 zarokan bên qeydkirin. Dersên zimanê dayikê, dikarin di hefteyê de ji 3-5 saetan bên dayin.

Dibistan, heqê pirtûkên dersa zimanê kurdî û heqê rêya xwendekaran jî dide. Notên dersa zimanê dayikê li ser bawernameyan tên nivîsandin. Xwendekarên dereng ji welêt hatibin û zimanê wan yê îngilîzî ne baş be, dikarin têkevin ezmûna zimanê kurdî û nota kurdî li şûna ya îngilîzî bê hesibandin.

Li hin bajaran dersên zimanê kurdî dikarin li dibistanan wek dersa zimanê biyanî ya duyemîn an sêyemîn jî bê hilbijartin.

Xwendekarên diçin dersa kurdî, dersa wan ya îngilîzî yan jî zimanê biyanî yên din ne baş be, di pola 10an de dikare nota kurdî li şûna nota zimanê biyanî bê hesibandin û bi nota kurdî bawernemeyên xwe bistînin. Mamoste ji aliyê wezareta perwerdeyê ve tên tayinkirin. Yên bixwazin bibin mamoste, divê bawernameya wan ya mamostetiyê û sertîfîkayên zimanê kurdî û almanî C1 hebe.

Hûn çawa mamosteyên kurdî perwerde dikin? Akademiya Yekmalê di vê yekê de risteke çawa dilîze ? 

Em hewl didin qasî derfetên xwe semîner û rêzesemînerên ji bo pêşveçûna pîşeyî, ji kesên pîspor dersan distînin û didin mamosteyên xwe. Kesên ku dixwazin bibin mamoste jî tev li dersên me dibin. Ji bo mamoste û berendamên mamosteyan rêzekargeh û çalekiyên me ku asta mamosteyan bilind bike têne lidarxistin. Li ser online jî xebatên me, bi tevlibûna mamosteyan re, semîner û komxebat têne çêkirin. Di van semîner û komxebatan de kesên pispor li ser mijaran pêşkêşvaniyê dikin. Têkiliya me bi Akademiya Yekmalê re pir baş e û gelek caran em karên perwerdeyî yên hevbeş yên girêdayî zimanê kurdî bi hev re dikin. Kesên ku dixwazin bibin mamoste, wergervan an jî asta zimanê xwe bilind bikin em ji wan re dibine alîkar û beralî Yekmalê dikin. Di  salê de du caran Akadeniya Yekmalê ezmûna C1 kurdî çêdike.

Hûn wek mamosteyên kurdî li dibistanan perwerdeya kurdî bi çi metodan didin? Çi zehmetî derdikevin pêşiya mamoste û xwendevanan?

Niha dersên ku em didin piştî nîvroyan dest pê dikin. Ev ji bo zarokên dibistanê, di hêla baldayîn û konsantrê de kêmasiyan derdixîne. Statuya dersên kurdî di dibistanên Almanyayê de wek Herkunftssprache (zimanê biyanî-zimanê dewleta ku jê hatiye) tê binavkirin. Ango mixabin ne di statuya muttersprache (zimanê dayikê) de ye. Wek ku min anî ziman, saet û demên perwerdeyên me dikevin danê nîvro. Piştî dibistanê zarok ji hêla hiş û mêjî de diwestin; nikarin zêde guhê xwe bidin dersan. Lê niha li dibistana ku ez dersa didim, em konsepteke nû ku rê û metodên nû ya duzimanî diceribînin. Vê carê, di danê sibehan de û mamosteyên alman re em hewl didin bi hevkariya hev dersan bidin. Heta niha hem min û hem jî mamosteyên alman encamên erênî ji vê metoda nû wergirtine. Heta niha ev yek nehatibû kirin. Li dibistana ku ez dersan didim, me ev rêbaz ceriband. Piştî ku me encamên erênî hilgirtin, me biryar da ku em vir wek cihê destpêkê ango pîlot diyar bikin. Wek YMK dê hewldanên me di pêşxistina vê de berdewam bike. Eger ev metoda duzimanî pêş bikeve dê encamên serkeftîtir werin destxistin. Ev yek ji bo mamosteyên nû û xwendevanên dixwazin xwe hînî kurdî bikin, wê bibe derfeteke mezin.

Perwerdeya zimanê kurdî bandoreke çawa li ser zarokan çêdike? Di vê hêlê de rasterast raçavên we çi ne?

Belê em qala perwerdeya ziman dikin lê bi rastî jî ev çalakî tenê bi hînbûna ziman re ne sînordar e. Têkiliyeke pir kûr di nava ziman û çandê de heye. Yek bê yeka din ne pêkan e. Di vê perspektîfê de ez li mijarê dinihêrim. Pirî caran çalakiyên çandî, cejn û pîrozbahiyên gelerî pêk tînim û encamên pir baş derdikevin, di heman demê de zarok jî motîvasyoneke baş jê digirin. Mînak Newroza îsal me bi zarokan re pîroz kir.Tenê ne ziman çand û dîroka xwe jî dinasin. Nêzî sed xwendewanên min hene. Zarok xwe di pola kurdî de wekî di hembêza dayika xwe de di ewlehiyê de û hezkirî hîs dikin. Bi nasîna ziman û çanda xwe de, zarok rabûrdûya çanda xwe lêpirsîn û lêkolîn dikin. Mirov dikare bibêje, ev çalakî rista pireke di navbera nişfên nû û pîr-kalan de ava dike.

Hûn bi saziyên dewleta Almanyayê re hevkariyekê dikin? Eger hebin, ev hevkarî çi bandorê li ser xebatên we dikin? 

Ji destpêkê heta niha, em saziyeke serbixwe û bi hêza xwe, xwe birêve dibin. A rastî heta niha ji hêla dewletê û saziyên wê ve alîkarî û pişgiriyek ji me re nehatiye. Di hêla maliyeyê de, em bi xwe û bi alîkariya endamên xwe xebatên xwe dimeşînin. Mamoste û beşdarvanên semîneran bi dildarî vî karî dikin. Bi rastî jî ev, ked û dildariyeke mezin û pîroz e ji bo ziman û çanda kurdî. Li gorî pêwîstiyan em peywendiyê bi saziyên dewletê re dikin, bi taybet li wan bajarên ku dersên kurdî lê hene an jî daxwazên serlêdanê hene. Lê em karên hevbeş digel sendîkayên wek GEW dikin, ew jî dibin alîkar ku em zêdetir bikarin karê xwe pêş ve bibin.

Bi saziyên Kurdistanê û yên diyasporayê re têkiliyên we di çi astê de ne û hevkariya we bi hev re heye an na? 

Belê têkiliyên me hene. Herî dawî bi hin saziyên me yên Kurdistanê re dîsa têkîlî û danstandinên me çêbûn. Mînak vê dawiyê bi Wezareta Perwerdê ya Başûr û Rojava re têkîlî û danûstandinên me li ser komînîkasyon û pirtûkan çêbûn. Piştgiriya me bi hev re di vî milî de pêş dikeve. Di heman demê de, di meha pêşiya me de li ser navê Wezareta Perwerdê ya Rojava Nesrîn Reşik dê ji bo raçavkirina metodên perwerdê û danûstandina çavkaniyan bibe mêhvanê dibistana ez lê dersa didim. Ev yek hem hêzê dide me hem jî asta serkeftina xebatên me dide nîşandin.

Wekî din têkiliya me bi sazî û dezgehên li diyasporayê ku xebatên ziman û çanda kurdî dimeşînin re jî heye. Bi Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê, Yekmal û Kurdische Gemeinde in Deutschland (Civaka Kurd li Almanya), Federasyona Zimanê Kurdî ya Navneteweyî re hevkariyên me çêdibin. Dîsa em bi saziyên me yên Swisre û Swêdê re jî li ser xebatên pirtûkan û metodên perwerdê di nava dan û standinê de ne. Di dirêjahiya xebatên xwe de me kariye pêwendiyên baş bi gelek saziyên perwerdeyî çêkin û karên hevbeş jî bikin. Di gel çendîn zaningehên başûr û saziyên bakurê Kurdistanê ên wek Weqfa Mezopotamyayê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a rojava û bakurê Kurdistanê re jî danûstandinên me hene. Ez bawer im di demên pêş de, bi nasîna xebat û çalakiyên me re, dê ev têkîlî bêhtir bipêş bikevin. Hêvî û daxwaza me jî ew e ku keda tê dayîn bêhtir were nasîn û sûd jê were girtin.

Herî dawî tiştekî hûn bixwazin lê zêde bikin hebe kerem bikin.

Belê, em ê jî wekî YMK û Ronak bi hev re di 18ê gulanê de şahiyekê lidarbixin. Dê li vir beşdarname jî werin dayîn. Me hunermend jî vexwendine. Mirov dikarê ne tenê bi gotinan, bi çalakiyên xwe jî nîşan bide ku çiqas girîngiyê dide ziman. 15ê Gulanê Şoreşa Zimanê Kurdî ye. Yekem car Kovara Hawar a bi kurdî û bi tîpên latînî di vê rojê de hatiye weşandin

Mirov çiqasî bikaribe bi zimanê xwe bixwîne, binivîsîne û hez bike watedartir e. Li rexmî hemû zext û zehmetiyan gihiştiye heta roja me. Hêjaye ku mirov ji bo zimanê xwe xebat bike û xwe pê serbilind bike. Meşaleya ku Celadet Elî Bedirxan pêxistiye, em dixwazin berdewam hilgirin û vê mîrateyê ji nifşê nû re bihêlin. Bi vê yekê ez pir şanaz im. Bi vê mesbestê, Roja Zimanê Kurdî ewilî li pêşengên me, kesên xizmeta zimanê kurdî dikin û tevahiya gelê kurd pîroz dikim.

Jiyan Kizildogan Kî Ye?

Jiyan Kizildogan ji bawajê Mêrdînê ye. Ji beşa mamostetiyê ya Zanîngeha Rihayê mezûn bûye. Niha li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî. Di kongreya 18emîn ya YMKê de (Yekitiya Mamosteyén Kurd)wekî cîgira serokatiya YMKê hatiye hilbijartin. Herwiha di li Kolnê di dibistanên Alman de dersén kurdî dide.