Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Şirnexê gelek polîs û leşker wekî “hilbijêrên veguhestî” anîbûn Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl. Welatiyê 61 salî Suleyman Salgucak bi gotina “Biaxive tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsan dabû. Ji ber van gotinan û bertekê, doz li Salgucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê û Tufan Ertaş hatibû vekirin. Doz bi îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştin hilbijêr bikevin qada sindoqê û dengê xwe bidin” hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hate lidarxistin.
Ji ber ku hejmara beşdaran zêde bû, danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran hat lidarxistin. Salgucak, Gungen û parêzerên wan amade bûn. Parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, hevşaredaran û gelek kesên din jî doz şopandin.
Piştî danişîne heyeta dadgehê der barê Salgucak, Gungen û Ertaş biryara beraetê da.
Siyasetmedaran piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Biaxive tu ji ku yî?” hilgirtin û peyama domandina berxwedanê ya li dijî desteserkirina vînê dan.
Daxuyanî bi dirûşmên “Em serokên dizek naxwazin”, “AKP ya diz dê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.