Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAP’ê di navbera 30’ê mijdar û 8’ê kanûnê de li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Yenîşehîra Amedê 8’emîn pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin. Di pêşangehê de gelek weşanxaneyên kurd têde cihê xwe girtin. Bi sedan nivsîkar û rewşenbîr beşdarî pêşangehê bûn. Her wiha mirov dikari bêje ev pêşangeha ku li Amedê hat lidarxisin wekî pêşangeha herêmê bû. Lewre ne tenê ji Amedê ji gelek barajên derdorê jî xwîner başdarî bûn. Naverok û zimanê panel û bernameyên pêk hat.
Li ser pêşengeha îsal û bi taybetî jî desteserkina pirûkên Weşanxaneya Aramê em bi xudiyê îmtiyazê yê Aramê Hakkî Boltan re axivîn. Boltan, li ser rewşa heyî û nêzîkatiya li hemberî weşanxaneyên nirxandinên girîng kir. Boltan, destnîşan kir ku eleqeyeke mezin ji bo weşanên kurdî hebû û da zanîn ku pêşengeha ku di 30 mehê de dest pê kir, coş û hezkirineke pirtûkan û xwedî derketina li çand, huner , wêje û nivîsandina kurdî wan kêfxweş kiriye. Boltan, got ku li darxistina pişangeha pirtûkan a li Amedê bi serê xwe girîngiyek e û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî jî beşdariya nêzî çil xweşanxaneyên kurdî rengîniyeke ji bo pêşangehê. Eleqeyek mezin ji bo weşanxaneyên kurdî hebûn, ev jî ji bo me cihê şanaziyê ye.”
Boltan, bi berdewamî eleqeya ji bo pirtûkan a li gorî salên borî û jî nirxan û got: “Em dikarin bêjin li gorî rewşa heyî eleqeyek baş hebû. Bi taybetî eleqeya zarok û ciwanên kurd mirov dikare bêje gelekî baş bû.”
Xeta Aramê berjewendiyên gel
Di vê pêşangehê de li hemberî Weşanxaneya Aramê ji aliyê polîsan ve êrîşek pêk hat. Hin pirûkên Aramê desteser kirin. Derbarê vê nêzîkatiyê jî Boltan ev tişt anî ziman: “Helwesta desthilatiyê ya li hemberî weşanên Aramê ne nû ye. Ev êrîş bêtehamuliyeke mezin e li hemberî Weşanxaneya Aramê ye. Ev ji kuderê tê? Çima li hemberî Weşanxaneya Aramê ewqas bêtahamulin? Bersiva van pirsan jî diyar e, ew jî naveroka berhemên weşanên Aramê ye. Aram ji damezirandina xwe û heta îro ji xeta xwe derneketiye. Xeta Aramê jî berjewendiyên gelê kurd e. Berjewendiyên gel ên maf, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku nikarin vê xetê bitewînin, ji destpêkê ve ye li hemberî aramê êrîşên xwe pêk tînin. Di demên borî de jî em rastî pêkanînên wiha dihatin. Dema em diçûn fuarekê dest dadianîn ser pirûkên me û ji bo pirûkan qedexe derdixistin. Niha jî bi heman helwestê em rû bi rû dimînin. Hatin û pirûkên me yên ku bi salan e li stantên me ne û gihiştine bi hezaran kesî berhev kirin û birin. Ez behsa pirtûka Nelson Mandela dikim. Nelson Mandela ku di cihanê de deng veda ye û xeta Mandela û ya Aramê yek e. Çawa ji Aramê acizin wiha jî ji Nelson Mandela acizin. Li gel ku tu qedexeya pirtûkê jî tune bû hatin desteserkirin û birin.”
Berhemên mirovên qenc
Boltan destnîşan kir ku ev bêtehamuliya li hemberî mirovên qenc e û wiha got: “Ên ku li cihanê tên hezkirin û xwedî hişmendiya baş, şoreşger, demokrat, azadîxwaz ku di şexsê Mandela de xwe dide der. Ev feraset û nêzîkatî jî di hemû pirtûkên Aramê de cih digire. Niviskarên me hemû jî bi vê hişmendiyê dinivîsînin. Her wiha Hatîp Dîcle jî ku remzeke civaka kurd e û ji aliyê kurdan ve tê hezkirin û pirtûka wî jî bêyî ku qedexebe desteserkirin. Ev jî nişaneya ku kesên ji aliyê kurdan ve bên hezkirin, temsîliyeta kurdan bike, maf û azadiya kurdan biparêze pirtûka wî ji bi heman awayî rastî vê pêkanîna dijhiqûqî tê. Pirtûka din ya ku desteserkirin a M. Hayrî Durmuş e ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi xwe jî li Amedê di mitîngeke xwe de digot; “Ax Ax bila zimanên van dîwarên Zindan Amedê hebû bê dê çi bigota, çi negota”. Belê Hayrî jî ew gotibû. Zilm û zora li Zindana Amedê anîbû ziman. Li dijî wê zilmê berxwedana şoreşgerên kurd anîbû ziman, greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîbû ziman. Di pirtûkê de ev hatibûn nivîsandin. Pirtûka me ya din jî disa ya bi navê Dildarê Serkeftinê bû ku nasnameya kurdî, maf û azadiya kurdî, çand û demokrasiya kurdî di xwe de dihewand bû.”
Derbarê van kiryaran de Boltan ev tişt anî ziman: “Ev hemû bi hev re dide xuyakirin ku neyartiyeke li hemberî gelê kurd e û weşanên bi hişmendiya azadî û demokrasiyê hatine nivîsandin e. Em jî vêya bi tu awayî qebûl nakin, dê gelê me jî li hemberî vê pêkanînê xwedî helwest be û li hemberî wana bi xwedîdarketin û sitendina pirûkan helwesta xwe nîşan bide ku van kiryarana vala derbixin.”
“Aram a me ye”
Li beramberî vê êrîşa helwesta xwîner û weşangerên din Boltan da zanîn ku piştî van êrîşana gelek weşangerên hatin serdana wan, bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî desteserkirina pirtûkan nîşan dan. Boltan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me jî bi daxuyaniyekê bertekên xwe nîşan da. Bi taybetî jî xwînerên ku hatin ser standa me gotin “Aram a me ye” û xwedîderketina xwe nîşan dan. ev cihê kêfxweşiyê ye. Ev xwedîderketin dide xuyakirin ku dê ev gel stûyê xwe netewîn e, weşanger stûyê xwe netewînin û dê li çand, huner, wêje û zimanê kurdî xwedî derbikevin.”
Boltan di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Herî dawî dikarim vê bêjim; xwedîderketina li çanda kurdî, demokrasî, maf û azadiyê nebe nabe lewre mirov bi nirxên xwe dibe mirov. Ji ber vê yekê em jî dixwazin ku her kes di asta herî jor de li weşanên kurdî, çand û hunera kurdî xwedî derbikevin. Heke xwedîderketin hebe kes nikare êrîşê bîne ser rastiyê.”