Di peymana Lozanê de ji yek mijarên sereke ku bi aloz ma rewşa Mûsil û Kerkûkê bû. Ji ber ku dewleta tirk doza sînorên mîsakî milî dikir, dixwest bi peymana Lozanê Kerkûk û Mûsilê jî tevlî nav sînorên xwe bike. Lê ji ber dewlemendiya binerdê ya van her du bajaran, îngilizan dixwest ev her du bajar di bin serweriya Iraqê de bimînin. Jixwe Iraq bixwe di bin serweriya îngilîzan de bû. Ango serweriya Iraqê ya li ser van her du bajaran di heman demê de dihate wateya serweriya îngilizan. Ji bo ku Kerkûk û Mûsil di bin serweriya îngilîzan de bimînin, serî li her lîstikê dan. Di navbera gelan û dewletan de her dem nakokî zindî hiştin û birîn xwirandin da ku birîn nekewin.
Di serhildana Şêx Seîd de îngilîzan vekirî ji Mustafa Kemal re digot “An tu dê dev ji Kerkûk û Mûsil berdî ya jî dev ji komarê berdî.” Mustafa Kemal komar hilbijart. Beranberî wê jî îngilîzan alîkarî da Komara Tirkiyê ji bo ku li hemberî kurdan bi ser bikeve. îngilîzan di konferansa Kahîreyê de (1921) biryar dabû ku divê kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe. Lê her tim dewleteke serbixwe ya kurdan jî wekî gef li hemberî dewletên dagirker bi kar anî. Heya îro jî îngilîz vê polîtîkaya xwe didomînin. Di 2017’an de dema rêveberiya başûrê Kurdistanê biryara referandûma serxwebûnê da, di serî de Îngîltere bertek nîşan da. Piştî berteknîşandana Îngîltereyê dewletên din jî bertek nîşan dan.
Îngilîzan ji aliyekî ve li hemberî Şêx Mehmûd Berzencî şer dikir lê dema li hesabê wan dihat jî ji bo rêveberiya iraqê di bin kontrolê de bigirin riya Şêx Mehmûd vedikirin. Polîtîkaya ku digot divê Kerkûk û Musul ji Kurdistanê cuda bin her tim di meriyetê de bû. Îro jî heman polîtîka tê meşandin. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de tê gotin ku divê statuya van her du bajaran bi referandûmê were diyarkirin. Lê mixabin bîst sal zêdetir e ev zagon pêk nayê. Bi zanebûn her carê hincetekê derdixin ku referandûm pêk neyê. Kerkûk û Mûsil bi hezaran sal e axa Kurdistanê ye û îro jî perçeyek ji Kurdistanê ne. Mixabin bi polîtîkayên qirêj di demên borî de xwestin demografyaya vir biguherin. Bi gelemperî jî guhertin. Lê dîsa jî nikaribûn rengê van her du bajaran ê kurdewar ji holê rakin.
Dema Amerîka mudaxaleyî Iraqê kir dîsa di rojevê de mijara Kerkûk û Mûsilê hebû. Taybetî Tirkiyeyê hewl dida ku li vir serweriya xwe xurt bike. Ji bo dikaribe tevlî nav karê Iraqê bibe mijara tirkmenan derxist pêş. Di rastî de pirsgirêkeke cidî ya tirkmenan tune ye. Lê Tirkiye wekî ku Kerkûk û Mûsil a tirkan e tevdigeriya û hewl dida tevlîheviyê derbixe. Ji ber ku nikaribûn rastiya Kerkûkê biguherînin serî li her cure polîtîkayên qirêj dan. Rojnameya Starê wê demê di manşeta xwe de peyva “Kerkürt” bi kar anî. Gelê kurd bertekên pir dijwar li hemberî wan nîşan da û li Kerkûkê xwedî derket. Li ser bertekan mecbûr man paş ve gav biavêjin.
Di referandûma 2017’an de Iraqê encamên referandûmê nas nekir û mudaxaleyî başûrê Kurdistanê kir. Xaneqîn û Kerkûk jî di nav de hema bêje nîvê axa başûrê Kurdistanê carek din kete bin serweriya Iraqê. Di vê midaxaleyê de tiliya Îran û Tirkiyeyê hebû. Îranê hêzên Heşdî Şabî xurt kirin û berê wan da başûrê Kurdistanê. Tirkiyeyê jî di qada navdewletî de rewabûna desteserkirina rêveberiya başûrê Kurdistanê çêdikir. PDK û YNK’ê ji ber wendakirina gelek cihan hev sûcdar kir. Rêveberî di destê her du partiyan de bû. Lewma berpirsiyarî jî ya her duyan bû. Dema hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê xwest bikeve Kerkûkê li wir hêzên HPG’ê jî hebûn. Gerîla di destpêkê de xetek parastinê ava kir lê ji ber ku hem hêza wan hindik bû hem jî rêveberiya Başûr biryara paşvekişandinê dabû ew jî vekişiyan. Bi biryara vekişînê, Kerkûk kete destê rêveberiya navendî ya Iraqê.
Di 2024’an de li Kerkûkê hilbijartin pêk hatin. Di van hilbijartinan de PDK û Barzaniyan li dijî yekitiya tevger û saziyên kurd bi alîgirên Tirkiyeyê re ketin hilbijrtinê. Ji bo li wir kurd bi ser nekevin gelek lîstik hatin lîstin. Di encamê de her çiqasî piraniya kursiyên meclîsa bajêr ketibe destê kurdan de jî ji ber helwesta PDK’ê di nav kurdan de yekitî çênebû. Di hilbijartinan de YNK bû partiya yekemîn. Ji ber wê diviyabû walîtî jî ji YNK’ê were hilbijartin. Mixabin dîsa PDK’ê bi ereb û tirkmenan re tifaq kir û ji bo walîtî nekeve dest YNK’ê ango kurdan di pişt perdeyê de serî li polîtîkayên kirêt da. Di hilbijartinên diyarkirina walîtiyê de bi piştgiriya 3 encûmenên ereb û yekî xirîstiyan namzetê YNK’ê hate hilbijartin. Ji ber ku PDK dizanibû bi ser nakeve tevî encûmenên tirkmen û ereb tevlî hilbijartinê nebû. Bi vê helwestê dixwaze rewabûna waliyê Kerkûkê bike mijara nîqaşan. Lê waliyê nû Rêbwar Taha bi awayekî fermî dest bi peywira xwe kir.
Ev çend salên dawî ne PDK rêveberiya Başûr dîl girtiye û naxwaze tu guhertin çêbibin. Herî dawî hilbijartinên başûrê Kurdistanê carek din da betal kirin. Bi Tirkiyeyê re tevdigere. Ew û Tirkiye li her derî li hemberî deskeftiyên gelê kurd bi hev re tevdigerin. Di bin navê dîplomasiyê de nîvê axa Başûr ji Tirkiyeyê re hişt. Di hilbijartina waliyê Kerkûkê de jî soz dabû tirkmenan ku walîtiya Kerkûkê bide wan. Lê ev polîtikaya wê vala derket. Niha carek din nîqaşa hilbijartina walî vedike da kû sedema mudaxaleyê çêbike. Tirkiye ji helwesta YNK’ê aciz e. Ji ber ku bi Tirkiyeyê re tevnagere di her derfetê de gef lê dixwe. Ev jî li hesabê PDK û Barzaniyan tê. PDK hebûna xwe di piştgiriya bi Tirkiyê re dibîne. Lewma li Kerkûkê nedixwest YNK bi ser bikeve. Li gorî xwe difikire ku heke Kerkûk di dest YNK’ê de be YNK dê xurt bibe û ew nikare pê re şer bike.
Nîqaş û polîtîkayên cuda yên li ser kerkûk didomin. Lê bi hilbijartina Rêbwar Taha re Kerkûk hinek din nêzî rêveberiya başûrê Kurdistanê bû. Serkeftina li vir a kurdan û tifaqa li vir a ku li hemberî desthilata faşîst a Tirkiyeyê dê hinek guhertinên din jî bi xwe re bîne. Di heman demê de ev serkeftin ji bo rêveberiya Iraqê jî peyamek e: kurd amade ne bi gelan re bi tifaqa wekheviyê rêveberiyeke hevpar ava bikin. Kerkûk bajarekî Kurdistanê yê qedîm e. Yek ji bajarên ku gelek bawerî û netewe lê dijîn e. Lewma rêveberiya li vir a ku bi gelan re tifaqê dike hem ji bo rengê Kurdistanê hem jî wekî modeleke pêşketî dikare pêşengiya jiyana bi hev re bike.