Dengê wî qet ji bîra min naçe: “Yêrîvan xeber dide…”. Dilê wî tije kerem û dengê wî nêçîrvanê hestên germ bû. Şahidekî zindî yê dîroka 50 salên derbasbûyî bû mamoste Kerem. Di rojên xweş de xebatkarê doza rewşenbîriya kurdî bû. Bi dehan zana û nivîskar, dengbêj û hunermendên kurd bi rêya wî ketin studyoya radiyoya Êrîvanê: axivîn, stran û newayên xwe li hemû Kurdistanê belav kirin. Rêya Teze bi gotarên wî dewlemendiya çanda me kir malê dîrokê.
Hunera herî mezin a mamoste Keremê Seyad hingî aşkera bû dema ku sîstema sosyalîst hilweşiya, komarên nû ava bûn, jiyan ket kirasê nexweşiyên mezin û astengiyên aborî roj ji rojê zêdetir bûn, lê wî nehişt ku deriyê Radyoya Kurdî a Rewanê bê dadan. Tevî keç û kurê xwe di tengasiyên herî dijwar de dema ku piraniya xebatkarên radyoyê ji wê navendê dûr ketin û ketin pey jiyana xwe ya şexsî, şev û rojên xwe kirin yek û deriyê fonda zêrîn a radyoya kurdî vekirî hiştin. Ew mêrê rojên tengav bû. Qada xebatê di şertên herî dijwar de neterikand û bi awayekî dûrbînane dizanî ku rojên xweş jî dê bên.
Mamoste Seyad di karê xwe de nivîskarekî pispor, kesekî kurdhez, xwedî ramanên kurdistanî û heya dawiyê jî fedakar bû. Li dijî kesên ku dixwestin kurdên êzdî û misilman ji hev cuda bikin, sekinî û bi belgeyên cihê baweriyê û dîrokî planên wan ên qirêj pûç kirin.
Ragihandin û cîhana rewşenbîriya kurdî dê tim deyndarê ked û pênûsa zêrîn a mamoste Kerem Seyad be. Serê malbatê, kekê min ê hêja Tîtalê Kerem û evîndarên doza wî ya tije ked û xebatên bêmirin sax be. Em ê li pey şopa mamoste Keremê Seyad doza wî berdewam bikin.
Têbînî: Min berî çend salan hevpeyvînek bi mamoste Keremê Seyad re çêkiriye û di demeke nêz de ez ê li ser kar bikim û dê li Stêrk TV bê weşandin.
Keremê keremdar, Seyadê dilê guhdaran bû!
Kakşar Oremar