Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê bûn. Bakirhan û şandeya pê re di ketina Taxa Deywanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseyê bi konvoyeke mezin li navenda navçeyê tur avêt. Welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê silav dan. Bakirhan, li pêşiya buroya hilbijartinê ya ku dê were vekirin xîtabî gel kir. Di hevdîtinê de alayên partiyê hatin libakirin û coşa welatiyan bal dikişand. Bakirhan destnîşan kir ku Kerboran bajarê berxwedan û serhildanê ye û wiha got: “Dê xelkê Kerboranê di 31’ê adarê de hesabê ji dijminên gelê kurd bipirse. Hevalên jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ Rojava azad kir. Hûn bûn stûna bingehîn a gelê kurd.”
Bi domdarî Bakirhan, Orhna Dogan û Garîbe Gezer bi bîr anî û got: “30 sal berê li Kerboranê 7 zarok hatin qetilkirin. Çawişê pispor ê wijdana wî ranegirtî û agahî dayîn jî hate şewitandin û qetilkirin. Ev doza ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dihat zanîn, mîna dozên Sêwas û Mereşê bi necezakirinê biencam bûn. Ev pergala ku ziman û îradeya gelê kurd tune dihesibîne, kesên kurd û kedkar qetil kirin xelat kir. Kerboranê serî li ber cînayetên kiryarnediyar netewand û partiya xwe silav kir. Dê di 31’ê adarê de jî bersiva pêwîst bide kesên hewl didin îradeya gelê kurd bidizin. Dê bersiva van komkujiyan û tunehesibandinan li ser sindoqê bide.”
Bakirhan bal kişand ser komkujiyên li Kerboranê jî û wiha lê zêde kir: “Pirsgirêka kurd, 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin e. Heke li tiştên xelkê me yê Kerboranê jiyanîn ku ev 40 sal in li Kerboranê li hestiyên xwişk-birayên xwe digerin binêrin, wê demê dê fêm bikin bê ka pirsgirêkeke çawa ye. Kerboran, bi rêya hilbijêrên qaçax ji me standin. Niha jî heman rêbazê bi kar tînin. Baş e lê şaredar çi kir? Navê hevalê me Orhan Dogan ji parkê rakir ku emrê xwe bi têkoşîna demokratîk a gelê kurd derbas kir. Gelo ma em dikarin bibêjin ev şaredar kurd e? Dê navê Orhan Dogan ji parkê rakî û navê kesekî li derve lê bikî û piştre jî bibêjî ‘Ez kurd im. Ka here karê xwe.”
Beşdarên xwepêşandanê piştî axaftina Bakirhan, buroya hilbijartinê vekirin.