Hecî ji gundê Eyîndarê ye ku girêdayê Hezroyê ye. Kerê Hecî, kerekî bêkêr bû. Hecî kerê xwe tîne Amedê ku bifiroşe û ji xwe re kerekî baş bikire. Hecî kerê xwe tîne mezatê, dide delal ku jê re bifiroşe û jê re kerekî baş bikire.
Delalê ku li sûkê bazara sewalan dike ji Hecî re dibêje: Sibehê were ez ê ji te re kerekî baş bikirim.
Delal kerî dibe jê re kurtanekî çêdike û pirça pişta stûyê kerî diqusîne û eniya kerî bi boyaxê rengîn dike. Sibetirê kerî tîne mezatê. Hecî jî tê.
Delal bang dike Hecî dibêje: Kanê were ez ê kerê te bifiroşim û ji te re kerekî baş bikirim.
Hecî: De baş e. Mirovek jî hatiye ku ji xwe re kerekî bikire.
Delal jê re pesnê kerê dide: Tu çiqas bar lê bikî kare bibe. Tu çiqas bibêjî jîr e ewqas jîr e. Erê ker e lê bi qasî mirovekî jî jîr e û jêhatî ye.
Hecî devê wî vekirî maye û li delal dinihêre û dibêje: Tu bi qedrê navê xwedê kî, niha tu rast dibêjî an na?
Delal: Ji sedî sed rast e.
Hecî: Bi telaq ez kerê xwe nafiroşim. Min nizanibû ku ewqas bihuner e.