12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê avahiya kêmxesar bû pirxesar

Beriya avahiyê wekî pixisar destnîşan bikin çend polîsên ku di avahiyê de bûn eşyayên xwe ji malê derxistin û roja din ew avahî wekî pirxesar nîşan dan û nahêlin xelk eşyayên xwe ji malê derxînin

Li Amedê avahiya ku piştî erdheja 6 sibatê wekî “kêmxesar” hatibû nîşandan, îro 24’ê sibatê rapora “pirxesar” ji bo wê hat amadekirin. Malbatan bertek nîşan dan û gotin ku bi rojan e di avahiyê de ne.

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di dema tespîtkirina xesarê de ji bo avahiya Aslanê ya 11 qatî hatibû gotin” kêmxesar” e.  Piştî erdhejê xelkên avahiyê çend rojan li derveyî avahiya xwe razan û piştre vegeriyan malên xwe. Li gorî agahiyên xelkên avahiyê piştî rapora kêmxesarê heta roja îro di avahiya xwe de dimînin. Lê îro rapora avahiya wan guhertine û kirine pirxisar.

Şêniyên apartmanê bertek nîşan dan û gotin: “Çima pêşî gotin kêmxesar e. Heya niha em di apartmanê de bûn û niha çima dibêjin pirxisare. Em dixwazin eşyayên xwe derxin.”

Li gor îdiayên şêniyên taxê, beriya ku biryara pirxisar ji bo vê avahiyê destnîşan bikin çend polîsên di avahiyê de duh mala xwe bar kirine. Lê îro polîs hatine li ber avahiyê rawestiyane xelkê wê jê derdixin û rê nadin û xelk eşyayên xwe jî ji malê derxînin.