Li bajarê Amedê ku bi çanda xwe ya dewlemend a xwarinê tê naskirin, krîza aborî xelkê feqîr kiriye û ev feqîrî û giranî rê li ber xwarina welatiyan digire. Ji ber bihabûna zêde, welatî êdî nikarin wekî berê goşt bikirin û bibin malên xwe. Qesabên li bajêr jî ji ber kêmbûna firotana goştê sor bi gilî û gazinc in.
Pisporên tenduristiyê hişyariyê didin ku kêmbûna xwarina goşt dikare bibe sedema nexweşiyên giran, bi taybetî kêmxwînî û lawazbûna pergala parastinê. Ji bo mezinbûna fîzîkî û hişî ya zarokan, xwarina proteînên ajalan wekî xaleke jiyanî tê dîtin.
Qesabên Amedê yên ku berê rojê bi dehan kîlo goşt difirotin, niha dibêjin ku bihayê sewalan her roj zêde dibe, hêza kirînê ya gel nemaye. Heta ku bihayê kirîna sewalan neyê kêmkirin, wisa dixuye ku li Amedê dê goşt bibe xwarineke luks ku tenê di şahî û cejnan de bê dîtin. Qesabên Amedê derheqê bihabûn û kêmbûna firotina goşt de axivîn.
Qesabê bi navê Yunus Kurt ê ku li ser Cadeya 75an girêdayî navçeya Peyasê qesabiyê dike destnîşan kir ku firotina goşt li gorî semtên Amedê yên din baştir e lê dîsa jî kêmbûna firotina goşt heye. Yunus Kurt bi bîr xist ku 20 sal in ew vî karî dikin û got: “Karê goşt firotinê kêm bûye. Li navçeyên wekî Sûr û Rezanê rewş hîn girantir e. Îro kîloya goştê bi hestî derdora 670 – 710 lîreyî ye. Bihayê qîmeyê gihîştiye 840 lîreyî. Ji ber vê bihabûnê, xelk nikare goşt bikire.”
Zafer Kaptî yê ku li navçeya Rezanê karê qesabiyê dike jî anî ziman ku karê wan pir xirab e û got: “Karê me li gorî berê pir kêm bûye. Êdî xelk nikare goşt bikire. Niha kîloya goşt bûye 800 lîre. Li vê herêma me cudahiyek mezin çêbûye. Li taxên luks, goşt hîn bihatir e, lê li vir hêza kirînê tune ye. Berê me rojane 100-200 kîlo goşt difirot, lê niha firotina me ketiye 30-40 kîloyan. Berê gel bi 10-15 kîloyan goşt dikirî, niha tenê kîloyekî an du kîloyan dikirin. Hejmara muşteriyan ji 150 kesî ketiye 10-15 kesan.”
Ramazan Cemal ê ku li semta Ofîsê qesabiyê dike jî ji ber kêmbûna firotina goşt wiha got: “Muşterî hene lê pir kêm in. Aboriya milet li vê herêma me, li Sûr û Ofîsê pir lawaz bûye. Karker û kedkar bi mûçeyê herî kêm debara xwe dikin. Lê bihabûna goşt û mesrefên din nahêlin ku mirov goşt bikire. Berê me rojane 60, 70, 80 heta 100 kîlo goşt difirot, lê niha rewş xirab e.
