DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê bêyî ku guleyekê jî biteqîne gelek dever bi dest xistin, di 15’ê Îlona 2014’an de berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ piştî ku gundên li rojhilat, rojava û başûrê bi dest xistin, berê xwe da navenda bajêr. Êrişên bi çekên giran hatin kirin, li vir leqayî berxwedana YPG û YPJ’ê hat.
Şervanên YPG/YPJ’ê, 134 rojan li dijî van êrişan bi çekên ferdî şer kir. Li 93 welayan bi milyonan kes rabûn ser piyan. Ev berxwedana ku bi milyonan kesî piştgiriya wê kir bû cihê serketinê. Navenda Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî şkandina tarîtiya DAIŞ’ê, bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ serdemeke têkoşînê ya nû dest pê kir. Ewilî gundên li derdorê yeko yeko ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin.
Piştî herêm ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, kurdan demildest dest bi pêvajoya avakirinê kir. Di vê pêvajoya 8 salan de bi pêşengiya jinan, bi rêxistinbûyîna di qada siyaseta demokratîk, pergala hevserokatiyê, hêza xweparastinê, komun, meclîs û kooperetîfan de qadên jiyana azad hatin afirandin.
Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî (HPC-Jin) Edlê Bekir berxwedana li Kobanê û di serketina Kobanê de rola jinan nirxand.
Rola Abdûlah Ocalan
Edlê Bekir diyar kir ku di dema rejîmê de jin dihatin tepisandin û hebûna wan bi feraseta “şerm” û “namûs”ê dihat qedexekirin. Bekir bi lêv kir ku di vê pergalê de jin hatibûn wê astê ku nikaribûne deriyê malê jî vekin û bi paradîgmaya “azadiya jinan” a Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan re şiyarbûnekê rû daye. Edlê Bekir destnîşan kir ku jin niha dibêjin “namûs axa me ye, welatê me ye” û bi vî awayî serî radikin. Edlê bi bîr xist ku piştî Şoreşa Rojavayê ya 19’ê Tîrmehê rêxistinbûyîna jinan xurt bûye û wiha wiha got: “Paşê rêveberiya xweser hat îlankirin. Gava şoreşa me dest pê kir, serîhildana jinan bilind bû. Gelek dê û bav bi destên keçên xwe girtin û digotin ‘ev xelata şoreşê ye û ji bo parastina şoreşê bila bi we re be’ û ew dianîn saziyên me. Piştî wextekê me li cem YPG’ê YPJ’ê, artêşa xwe ava kir. Jinên kurd bi siyaseta xwe, bi perwerdehiya xwe roleke girîng lîst. Jinên Rojavayê hêza xwe ji Yekîneyên Jina Azad (YJA Starê) wergirtin. Her ku rêxistinbûyîna jinê zêde bû, jinan di qadên wekî leşkerî, siyasî, civakî û rêxistinbûyînê de cih girtin. Jin bûn yek û têkoşîna rêxistinbûyînê xurt kirin.”
Edlê Bekir ku got “Rast e, em berê kor, ker ûlal bûn. Me nikaribû tu tiştî bibêjin. Mafê me yê axatinê tune bû. Lê gava Rêbertî heqê me ji tuhebûnê afirand, em jî şiyar bûn” axaftina xwe wiha domand: “Rêbertî ji bo jin rola xwe bilîze têkoşiya. Jinan jî bi paradîgmaya Rêbertiyê xwe birêxistin kir. Îro ro jinên kurd bi xwe re her kes rakirin ser piyan. Dinya alem li ser esasekî hereket dike lê em li ser du esasan hereket dikin. Yek jê jin û ya din mêr. Em hev du temam dikin. Îro ro jin rola xwe dilîzin. Em xwe digihînin hemû jinan û rêxistinbûyînê xurt dikin.”
Tirs daış’ê ji jinan
Edlê Bekir diyar kir ku piştî Şoreşa Rojavayê ya 19’ê Tîrmehê êrişên Tirkiye û DAIŞ’ê dest pê kirine û got: “Lê kurd, bi bîr û baweriya xwe û bi rêxistinbûyîna xwe li hember van êrişan sekinîn. Tirkiyeyê digot, bi DAIŞ’ê re şer dike, ne bi kurdan re. Lê paşê derket holê ku Tirkiye bi xwe DAIŞ bû. Li cihên wekî Dîlok û Rihayê DAIŞ perwerde dikir. Ji aliyekî ve di sînorê xwe re DAIŞ derbasî aliyê Girê Spî dikir, ji aliyê din jî deriyê sînor ê Kobanê vedikir û rê vedikir ku gelê kurd derbasî Tirkiyeyê bibe.”
Edlê Bekir bi lêv kir ku gava êrişên li hemberî Kobanê dest pê kirine ciwan û xort tev de perwerdehiya çekê wergirtine û berê xwe dane kozikên şer û wiha berdewam kir: “Jinan ji hevalên mêr re digot, ‘hûn derkevin em ê têkevin kozikê.’ Ji lew re jinên ku teslîmiyetê qebûl nedikirin, êdî hay ji hebûna xwe hebûn. Gava DAÎŞ’ê êrişên hov kirin, jinên kurd çekên xwe hilgirtin û xwe parastin. DAIŞ’î li xwe mikur dihatin, digotin ‘gava me tilîliyên jinan dibihîst, em ji pertav diketin.’ Nedixwestin bi destê jinan bimirin. Lê me ew bi destê jinan kuştin. Ji bo vîna me bişikînin bi çekên giran êriş dikirin lê me li ber xwe da. Li vir dareke bi navê ‘Dara Nemir’ habû. Sekvanekî DAIŞ’ê xwe li ser wê darê bi keys kiribû û li hemberî şervanên me suîqast dikir. Jinekê çû ew kuşt. Kê ev hêz da me? Rêberê me û YJA Starê.”
Jinûveavakirin
Edlê Bekir ku got “Gava Kobanê hat rizgarkirin wêran bûbû” wiha axivî: “Gava mirovan li Kobanê mêze dikirin, digotin ‘dê çawa bê avakirin?’ Lê di nava 2 salan de Kobanê ji berê xweştir hat avakirin. Kobanê niha ji Kobanêya berê mezintir e. Me saziyên xwe ji nû ve ava kirin. YPG/YPJ, QSD, asayîş ji nû ve hatin birêxistinkirin. Gelê sivîl hat birêxistinkirin.”
Keleha berxwedana jinan
Edlê Bekir destnîşan kir ku êdî tu hêz nikare têkeve Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan, digot ‘Kobanê ket.’ Gava Erdogan wiha got, jin bêtir hêrs bûn û bêtir berê xwe dan kozikên şer. Ji bo Erdogan negihê armanca xwe, bi ruh û can kozikên xwe parastin û Erdogan negihaşt armanca xwe. Jinan, li vir bi hezaran çete kuştin. Berxwedana jinan ji Kobanê gihaşt seranserê cîhanê. Di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan, Renîn û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hat bihsîtin. Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Ya ku li Miştenûrê di nava çeteyan de xwe teqand hevala Arîn bû. Ji bo teslîmgirtin û qirkirina kurdan çi dikin bila bikin lê dê kurd serî netewînin. vîneke me ya pir xurt heye. Kobanê, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Nêzî çar mehan bê navber xwîn herikî. Em ê her tim keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”
MA / Omer Akin