Pîra min a sed û bîst sal emir kiribû bi gopalê xwe hêdî hêdî meşiya û hat ket hundurê hewşa me û çend denga bang dayika min kir; got hela were ma hûn di ku de ne, em aciz in. Ez û dayika min em bi kêf çûn cem pîra xwe ya sed û bîst salî. Got li hundir zahf aciz bûme û got hema em ê li hewşê rûnin xwe bera erdê ser şînkayê da û rûnişt. Em jî li hinda wê rûniştin. Pîrê ev bûyera qîza qral çiye tu zanî? Pîra min dest bi bûyera qîza qral kir.
Berxê min wek tu zanî jorî gundê me Kela Rebetê heye ji xwe gundê me navê xwe ji kelê girtiye.
Li Kela Rebetê qralekî Bîzansê hebû, ev qral pir xurtbû, hêza wî û artêşa wî ne serî û ne bînî hebû. Qîzek wî ya pir xweşik hebû navê wê Alenjîa bû. Alenjîa di nav civaka Bîzansê de mezin bûbû, lê qet ji qewmê Bîzansê hez nedikir, ji ber ku carna neheqî li cîranê xwe yê kurd dikirin li jêrî kelê di xanîkî axînî de dijîn. Rojekê Alenjîa zahf acizbû û got bavo ez dixwazim xwe bera jêrî kelê nav baxçê hinar û hejîran bidim bira bêhna min derkeve. Qral got dibe keça min here lê li xwe miqatebe wek tu zanî neyarê me hene. Piştî Alenjîa xwe bera jêrî kelê da, qral ji çend heb leşkerê xwe re got qîza min bişopîne bê bi ku de diçe.
Alenjîa gava xwe bera nav baxçe da bîhnek kûr veda û got evder pir xweşe, her der dar û şînkayî ye. Piştî vê gotinê ji darê hinarek ket ber nigê wê. Li jor nerî dît xortekî kejî sor û xweşik li ser darê ye. Ev xort xortekî kurd ê bi navê Armanc bû. Armanc li jêrî bexçe bizinê xwe diçêrand ji ber ku şewqa tavê dida ew hinarê sor, dilê wî çûbûyê û derketibû ser darê. Armanc gava çav Alenjîa ket hiş di serî de nema, ji xwe Alenjîa keçek pir delal bû. Alenjîa gava Armanc dît tirsiya, Armanc xwe bera erdê da û got netirse ez ne mirovekî pîsim ez zirarê nadim te. Bîzans û kurd ji ber ku cîranê hev bûn zimanê hev hinekî hîn bûbûn. Alenjîa, gava xortê kurd ê xweşik dît dilê wê jî bi evîn û hezkirina Armanc lêdabû.
Alenjîa: Tu kî yî ?
Armanc: Ez şivanê bizana me, xortekî kurd im.
Alenjîa: Bi nasîna te ez gelekî kêfxweş bûm.
Armanc: Ez jî gelekî kêfxweşbûm keça delal.
Leşkerê qral Armanc û Alenjîa li hinda hev dîtin û xeber dan qral. Qral hêrs bû bi gelek leşkeran berî da nav bexçe. Gava qral Armanc û Alenjîa li hinda hev dît, ferman da leşkeran got Armanc bikujin. Leşkeran êrîşî Armanc kir, Armanc li ber xwe da lê bela hejmara wan zêdebû Armanc xistin erde û her derê wî bû xwîn. Alenjîa kir hewar û gazî lê nebû çare. Armanc ket erdê. Qral bi destê qîza xwe girt û berî da Kela Rebetê, qral ji qehra qîza xwe xist şikeftekê û derê wê bi keviran lêkir. Qral got êdî heya emrê te hebe kesek te nabîne. Tu yê di vê şikefta deriyê wê girtî de heta mirinê bimînî. Armanc çavê xwe hêdî hêdî vekir bi wê êşa laşe xwe, her derê wî xwîn, xwe kişkişand û pala xwe sipart dara hinarê û dest bi vê helbestê kir:
Heger we zanîba
Fikrekî pir delale hebûna te
Ez zarokekî mîna ser çonga dayika xwe di xew de me
Heger wê zanîba
Wê yê bi eşq av bida dara behîvan ya di hewşa xwe de
Tu bajarekî mezinî li Mezopotamya
Armanca şivana cotvana bêrîvana
Heger wê zanîba
Hez dikim bûyî felsefeya jiyana dilşewatan
Xortekî xemgîn fikirî li ser evîn
Tu qralî an jî mîr tê xwe di mezelekî de bibînî
Heger wê zanîba
Piştî mirina min ewê herdem şînbe darê zinaran
Şimamoka nav bîstana kerenga nav tahta
Xwedê zane em hevalê baş li dijî pîsan
Heger wê zanîba
Yarê tiriyekî şêrîn li ser mahsera
Tu qizwana dora esêba
Kesek nika te qutke bi bivira ji tirsa
Heger wê zanîba
Ez dihelim nav nivîna bi hest û ramana
Tu medreseyek bi zincîr
Were em li Mêrdîna Kevnar vexwin qahweyekî ji şîr
Heger wê zanîba
Kêfa çûyîna komkirina pîvoka
Rojekê li ber esirî gundî kom bûne ber wî dîwarî
Hinekî fesadî hinekî hêsîrî û feqîrî
Heger wê zanîba
Xweşikbûna wan çavê qahwerengî mîna sitêrkan
Ser çiyayekî bilind bi heybet sekiniye Kela Rebetê
Li beriya xezala dinêre mîna li benda wê yarê
Heger wê zanîba
Qîza qral çend şev çend roj girtî ma piş dîwara