Îktîdara AKPê, di civîna ewil a hevdîtinên Serdema 8an a Peymana Kar a Komî de pêşniyar kir ku di 6 mehên ewil ên sala 2026an de ji bo memûr û memûrên teqawid ji sedî 10, di 6 mehên dawî yên salê de ji sedî 6, di her du serdemên sala 2027an de jî ji sedî 4 zem bike. Tevî bertekên konfederasyonan jî guhertin nehate kirin. Konfederasyonan jî ev teklîf red kirin û ji bo rojekê çalakiya neçûna kar li dar xistin.
ASÎM-SEN, BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ, DMK, HAK-SEN û YURT-SENê bi pêşengtiya KESKê daketin qadan û daxuyanî dan. Di vê çarçoveyê de karkeran li Enqere, Amed, Êlih, Îzmîr û Dêrsimê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin.
Di daxuyaniyan de kedkaran diyar kirin ku ew li dijî teklîfa îktîdarê ne mizakereyê lê têkoşînê hildibijêrin. Kedkaran, anî ziman ku hikûmet ji 4 milyon kedkarên cemaweriyê û 2.5 milyon teqawidan re hejarî, xizanî û bêtemînatî teklîf kiriye. Kedkaran got ku dê qebûl nekin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.