Di teksta bangewaziyê de hate destnîşankirin ku polîsan di kêliyên êrîşê de vandalîzmeke mezin nîşan dane û banga piştevaniyê çapemeniya kurdî hat kirin.
Naveroka daxuyaniyê wiha: ‘’Di şeva 23’yê nîsanê de ji aliyê 200 polîsan ve li dijî stûdyoyên televîzyonên kurdî STÊRK TV û MEDYA HABER TV’ê êrîşeke derqanûnî pêk hat. Polîsan destûr neda ku xwediyên şîrket û xebatkarên televîzyonê di kêliyên lêgerînê de bikevin bînayê. Polîsan di lêgerînê de bi vandalîzmeke mezin; deriyên stûdyoyan şikandine, panelên ekrana ji cihê wan derxistine, kablo birîne, mase ji hev belav kirine û heta zirar dane guldankan jî.
Hat ragihandin ku ev êrîşa sosret û derqanûnî li ser daxwaza welatekî din hatiye kirin. Mixabin ku rayedarên Belçîkayê jî tev li bazarên qirêj ên di navbera dewletan de yên ku gelê kurd û çapemeniya wan krîmînalîze dikin, bûye. Ev êrîş tevî ku li dijî mafê ragihandinê yê kurdan e û her wiha di heman demê de li dijî azadiya çapemeniyê û nirxên demokratîk e jî.
Em weke rojnameger, rewşenbîr, nivîskar û kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî didin zanîn ku em tu carî vê yekê qebûl nakin û her wiha van kiryarên qirêj protesto dikin. Bi taybet saziyên çapemeniyê yên Belçîkayê em bang li hevkarên xwe yên rojnameger û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin û banga piştevaniya çapemeniya Kurdî dikin.
Ji ber vê yekê em bang dikin ku herkes beşdarî mîtînga me ya bi navê ‘Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin’ ku mîtîng wê roja Şemiyê (27.04.2024) , di saet 13.00 de li pêşiya Qesra Edaletê ya Brukselê (Place Poelaert 1, 1000 Bruxelles) were lidarxistin.
Beşdarbûn û piştevaniya we wê me bihêztir bike.”