2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kedkarên Çapemeniya Azad li hundir jî dê binivîsin

Rojnamegera Eylem Babayîgt ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, banga piştevaniyê kir. Babayîgît da zanîn ku dê ev girtinên bêhiqûqî nikaribi bi wan paşvegavê bidin avêtin û wiha got: “Kedkarên Çapemeniya Azad li hundir jî dê binivîsin. Hûn jî bibin dengê derve.”

Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 22yê Çileyê de hate binçavkirin û di 24ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Eylem Babayîgît, bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.

Eylem Babayîgît ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe ev peyam şand: “Ji bo pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne, divê her ciwaneke Kurd xwe weke generalên biçûk ên Apê Mûsa bigihînin. Divê her jina ciwan li ser rêya Gurbetellî Ersoz bimeşe û mîrateya wê dewr bigire. Weke kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî, em ê li hundir jî binivîsin. Dê ev darizandin û girtinên nehiqûqî nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin. Hûn jî bibin dengê derve.” Eylem Babayîgît, herî dawî peyama piştevaniyê da.