Li gorî agahiyên ku nivîskar Kakşar Oremar li ser malpera xwe ya dijîtal par vekiriye roja 24 sibatê Suhêyil Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kiriye. Suhêyil Qazî di sala 1941’ê de li rojhilatê Kurdistanê bajarê Mehabadê hatiye dunyayê.
Nivîskar Kakşar Oremar koçkirina Suhêyil Qazî li ser malpera xwe ya dijîtal parvekiriye û der barê wê de wiha gotiye: Jinek wek lîdera, dayîkek bi qasî cîhanekê dilovan, xanimek zana û şopînera doza bavê xwe yê nemir Pêşewa Qazî MIhemed û dayîka xwe ya têkoşer Mîna Qazî.
Weke jineke navdar pirî caran bû mêvana bernameyên min yên li ser bîranînên komara Kurdistanê. Herî dawiyê di bernama ” Navdarên Kurd” de bû mêvana Stêrk TV û li ser pêvajoyên jiyan û xweziyên xwe axivî.
Em sersaxiyê ji hemû malbata rêzdar Qazî Mihemed û hemû endamên malbata wê dayika hêja û ezîz re dixwazin. Heyf û mixabin ku wê gelek xwezî bi xwe re birin nava dilê axa sar, lê girnijîn, rûrastî û şîretên wê yên daykane qet û qet ji bîr naçin.