Gerînendeyê Pirtûxaneya Skenderiyeyê Ehmed Zayid ragihand ku pirtûxaneya wêjevanê ji Misirê Necîb Mehfûz diyarî Pirtûxaneya Skenderiyeyê hatiye kirin û derdora hezar û 500 pirtûk û ferhengên bi zimanên cuda tê de hene.
Zayid diyar kir ku di nava pirtûkan de, bawername, wesîqe, wêneyên kesayetî, kasêtên roman û nivîsên Necîb Mehfûz hene.
Di Pirtûkxaneya Skenderiyeyê de bi dehan pirtûxaneyên taybet ên siyasetmedar, ronakbîr, wêjevanên mîna sekreterê giştî yê NY`yê yê berê Butrus Xalî, rojnamevanê nemir Mihemed Hesenên Heykel û Ebdulrezaq El Senhûrî hene.