Serdana ji bo şîna Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hat qetilkirin, berdewam dike. Şîna Gezer li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatiye dayîn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha û Şirnexê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û bi sedan jin serdana şînê kirin.
Dayika Gezer, Halîme Gezer jinên hatin serdanê pêşwazî kir û got: “Garîbe keça min bû. Lê êdî ew buka Kurdistanê ye. Ew ne Garîbeya min, Garîbeya we hemûyan e. Keça min li hember îşkenceyê bêdeng nema.”
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu jî di serdanê de axivî û got: “Em ê xwedî li berxwedana Garîbe derkevin. Bijî berxwedan û têkoşîna jinên kurd.”
Jinan di serdana şînê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.