23 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Keça Bavê Teyar: Bavê min PKKê û Serokatî bi min da hezkirin

Keça Bavê Teyar Leyla Cûma Îbrahîm ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê peyam şand û got: "Bavê min ê ku PKKê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min.”

Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Leyla Cûma Îbrahîm di peyama xwe de wiha got: “Di serî de serê Serokatî û serê Gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku Gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide.

Berî ku şehîd bikeve, di gotinên xwe yê dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in’. Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrê yên wî derdikevin. Ew meşaleya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê.

Bavê min ê ku PKKê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû vesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtîyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxî dixwazin. Ji 7an heta 70ê serê Gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxi dixwazin.

Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.

Şehîd namirin…

Girtiyên PKK û PAJKê yên Girtîgeha Erzîngan ê

Silav û rêzên şoreşgerî.”