Narîn Guran a 8 salî 18 roj in winda ye. Her çend lêgerîn tê kirin jî ne bi saxî û ne jî cezayê wê hej nehatiye dîtin. Rewşa Narîn Guran gelek pirsên bê bersîv di hiş û aqilan de dihêle.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, an jî hat windakirin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2’ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.
Balkêş e di 21’ê tebaxê de dema Narîn Guran ji qursa quranê diçû malê winda bû. Malbat jî der barê rewşa keça xwe de agahiyan nade. Her wiha li ser nûçeyan sansür nadîne û naxwazin rojnameger lêkolîn bike. Ev jî bêtir di hiş û aqilan de pirsên cuda dihêle.