22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCKê sersaxî ji Edhem Barzanî re xwest

KCKê ji ber wefata dayika siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, Xeyriya Ebdulrezaq, peyameke sersaxiyê weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya wefata dayika siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, Xeyriya Ebdulrezaq peyamek sersaxiyê weşand. KCKê di peyama xwe de ji ber wefatê, sersaxî li Edhem Barzanî da.

Peyama KCKê wiha ye: “Birayê birêz, cenabê Edhem Osman Şêx Ehmed Barzanî. Beriya hemû tiştekî, li ser navê hevalên Konseya Rêveber, endam û hemû kadroyên Koma Civakên Kurdistan (KCK), em silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin.

Mixabin me xebera koça dawî ya dayika we Xeyriye Ebdulrezaq xwedê efû bike, bihîst. Dayika Xeyriye wek jinek têkoşer û nîştiman perwer, ji bo kurdan û Kurdistanê êş û azarek zêde ditiye û gelek bedel daye. Dayikek ku hevjînê wê (Şehîd Şêx Osman) û 2 kurên wê (Şehîd Îmad û şehîd Ridwan) ji aliyê rejîma Baasa faşîst ve hatin şehîdkirin û mixabin di sal û kêliyên jiyana xwe ya dawî de destûr nehat dayîn ku carek din wê bibîne.

Em bi boneya wefata dayika Xeyriya, sersaxiyê ji were, malbata hêja û hemû xemxwarên doza gel û nîştimaniyê re dixwazin. Em xema we parve dikin û cihê dayika Xeyriye biheşt be, xwedê efû bike.”