Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyekê Komkujiya Helebceyê şermezar kir û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî. KCKê di daxuyaniy xwe de ragihandin ku komkujiya Helebceyê yek ji komkujiyên herî giran û hovane yên dîroka mirovahiyê ye. KCK, di salvegera vê komkujiyê de rejîma Saddam careke din bi tundî şermezar kirin.
KCKê destnîşan kir ku banga di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî bi serê gelê Kurd û tu gelî ve neyê pêngavek bû û wiha got: “Ji bo dawî li dîroka komkujiyan bê anîn, ji bo avakirina Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhaneke ji jiyana wekhev û azad a gelan, divê banga dîrokî ya Rêber Apo bi cih bê anîn. Têkoşîna li ser vê bingehê jî wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.”
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî didome: “Yek ji rojên herî giran û bi êş ên dîroka Kurdistanê salvegera komkujiya Helebceyê ye. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de ku beriya niha bi 37 salan hatin bikaranîn, li Helebceyê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Em vê komkujiya ku ji aliyê rejîma Saddam a zalim ve hate kirin careke din bi tundî şermezar dikin, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin. Her wiha di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û bi minet bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din dubare dikin. Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û hovane bû. Zêdeyî pênc hezar Kurd bi çekên kîmyewî yên bi balafiran ji ezmanan hatn barandin bi carekê hatin qetilkirin. Piraniya mirovên hatin qetilkirin jî jin û zarok bûn. Li pêşberî komkujiyeke ewçend bi êş û hovane sîstema dewletparêz xwe kerr û kor kir. Hêzên modernîteya kapîtalîst li pêşberî komkujiyê helwesteke cidî nîşan neda, her wiha ji bo careke din gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû nemîne pêwîstî bi wergirtina ti tedbîran nedîtin. Berevajî vê yekê ji ber polîtîkayên xwe yên li ser bingeha berjewendiyan, di serî de gelê Kurd qetilkirina gelan nebû xema wan. Ji xwe komkujiya ku li gelê Kurd hate kirin encamek ji sîstema dewletparêz a kapîtalîst e. Komkujiya Helebceyê jî yek ji wan e.”
KCKê di dawaiya daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Ji bo komkujî li gelê Kurd, li gelan neyê kirin, ji bo aştî û azadî bê Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê Rêber Apo pêşengî ji têkoşîneke nîv sedsalî re kir. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27ê Sibata 2025an de kir, qonaxeke dîrokî ya vê têkoşînê bû. Ji bo dawî li dîroka komkujiyê bê, ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhaneke ji jiyana wekhev û azad a gelan bê avakirin, divê banga dîrokî ya Rêber Apo bi cih bê. Têkoşîna li ser vê bingehê jî wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.”